Hunermend Selah Bayram berhema xwe pêşkeşî ruhê Jîna Emînî dike

17-10-2022
RÛDAW
Selah Bayram videoklîba xwe cara yekemîn bi rêya Rûdawê belav kir
Selah Bayram videoklîba xwe cara yekemîn bi rêya Rûdawê belav kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Selah Bayram, klîpavîdeoya xwe ya herî dawiyê ku pêşkeşî ruhe keça Kurd Jîna Emînî dike.

Hunermendê Kurd Selah Beyrem, ku bixwe xelkê Efîrna Rojavayê Kurdistanê û li Hewlêrê dimîne, li ser keça Kurd Jîna Emînî stranek bi navê “Jîna Şehîd e” çêkir û kir videoklîb.

Selah Bayram videoklîba xwe cara yekemîn bi rêya Rûdawê belav kir û ji Rûdawê re got: “Strana Jîna Şehîd, Cîhad Arif Hemdoş nivîsandiye û Zekeriya Efrîn jî derhênerê wê ye.”

Bayram got: “Jîna Emînî ne şehîda yekem a azadiya Kurdistanê ye, lê bi hezaran şehîd hene, lê ew ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bûye sembol.”

Hunermend Selah Bayram destnîşan kir ku berhemeke nû ya bi navê “Çend Car” amade dike ku ji aliyê Mistefa Kurdaxî ve hate nivîsandin û bi xwe awaza wê daniye û tê de bala dikêşîne li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê.

Ji meha borî ve hijmareke zêde ji hunermendên Kurd û biyanî piştgîriya xwe bo xwepêşandanên keç û jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi berhem û peyamên xwe nîşan didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst