Çîroka rizgarkirina koçberên Sûriyê: Mediterraneo

17-10-2021
Dilzar Zubêr
Nîşan Mediterraneo Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma "Mediterraneo" behsa çîroka rast a kesekî Katelonî bi navê Oscar Camps dike ku bi hevkariya tîma rêxistina xwe zêdeyî 62 hezar koçber û penaber, di nav de jî penaberên Sûriyê di nava Deryaya Spî de ji mirinê rizgar kirine.

Ev fîlm cara yekemîn di Fêstîvala Roma ya Fîlmande hat pêşandan kû roja Înê li Romaya paytexta Italyayê destpêkir û dê 10 rojan berdewam be.

Damezrênerê Open Armsê Oscar Camps dibêje: “Ev fîlm, bêyî ti wesfekî bide, bêyî  şiroveyên sîyasî, pêşanî me dide ka çi çêdibe û çawa xelkê asayî di vê rewşê de jiyan derbas kirine. Jiyan li Lisbosê çawa bûye? Xelkê wê navçeyê, heta yên ku dijî koçberan jî bûn, destpêkê çawa tevdigeriyan, dema ditîtin koçber jiyana xwe di nav deryayê de dixin metirsiyê. Wan hemû tiştê xwe bi cîh hiştin daku jiyana wan rizgar bikin.”

Oscar Camps di sala 2015an de dest bi rizgarkirina wan koçberên Sûriyê kir ku dighin Grava Lesbosê ya Yunanê, ev jî bi hevkarîya 2 hevalên xwe ligel belemeke biçûk.

Di sala 2019an de Wezîrê Navxwe yê Îtalyayê Matteo Salvini, rê neda keştiya Open Arms a Oscar ku biçe bendera Italyayê, ji ber vê yekê neçar ma 19 rojan ligel zêdeyî 100 koçberan di nav deryayê de bimîne. Aktorê Îspanî, Eduard Fernandez di fîlm de rola Oscar Camps dibîne.

Ekterê sereke yê fîlmê Eduard Fernandez jî got: “Hêvîdar im xelkekî zêde temaşeyî fîlm bikin. Bi rastî ez dixwazim kerbê ji nav bibim û dixwazim xelk bêyî kerb û kîn fîlm bibînin û agahdar bin ka çi di qewime û bizanibin eger rizgarkirina xelkê bibe egera pirsgirêkeke siyasî ya civakî jî , lê rizgarnekirina wan nabe çareserî. Li vir pirsgirêkek heye. Pirsgirêkeke me heye ku ne tenê pirsgirêka penaberan e, lê kêşeya hemû kesan e.”

Pêşandana vî fîlmî hefteyek berî dadgehkirina Matteo Salvini tê ku ji ber hiştina koçberan di nav deryayê de dê were dadgehkirin. Hevdem, derhêneriya fîlm ji alîyê Marcel Barrena hatiye kirin û aktorên wek Dani Rovira, Anna Castillo û Sergi Lopez têde rol dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst