Du pirtûkên nû ji Pall Weşanê derketin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê Ferhad Pîrbal Gabor Seyid Qadir Hîdayetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pall Weşanê du kitêbên nû yên bi Kurdî çap kirin ku her du jî ji Soranî kirine Kurmancî.

“Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê” bijarteyek e ji helbestên Ferhad Pîrbalê ku li Bakurê Kurdistanê zêdetir bi romanên xwe hatiye nasîn.

Rowal Navgundî ev berhem ji Kurmanciya jêr (Soranî) kiriye Kurmanciya jor.

Gabor, romana Seyid Qadir Hîdayetî ye û ev roman jî Armîn Temerzade veguhastiye Kurmancî.

Gabor romana herî naskirî ya Hîdayetî ye ku ji 2015an vir ve ye li Rojhilat şeş caran hatiye çapkirin û rastî eleqeyeke zêde ya xwîner û rexnegiran hatiye.

Ferhad Pîrbal

Sala 1961ê li Hewlêrê ji dayîk bûye. Sala 1984an beşa ziman û edebiyata Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê xelas kiriye.

Sala 1986an çûye Danîmarkayê, dûv re çûye Almanyayê û herî dawî li Fransayê bi cih bûye û li vir xwendina xwe di beşa edebiyata Kurdî de li Zanîngeha Sorbonneê biriye serî.

Sala 1994an vedigere Kurdistanê û li Zanîngeha Selahedînê li ser dîroka edebiyata Kurdî ya modern kar dike û navenda kulturî ya Şerefxanê Bedlîsî ava dike.

Pîrbal li Hewlêrê dijî û heta niha bi dehan berhemên wî di warê roman, çîrok, helbest, şanon û lêkolînê de hatine weşandin.

Hin berhemên wî yên ku li bi Kurmancî jî hatine belavkirin ev in: “Çolistan (2001, Avesta), Santiago de Compostela (2013, Avesta), Penaberekî Fransî li Kurdistanê (2015, Avesta), Reîs Remezan (2015, Avesta), Evdirehîm Rehmî Hekarî (2016, Lîs).

Seyid Qadir Hîdayetî

 Sala 1976an li bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Her li wir xwendina xwe biriye serî û dest bi mamostatiyê kiriye.

Yek ji nivîskarên herî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku berhemên wî bi nûgerî û şêwaza xwe ya taybet têne zanîn.

Seyid Qadir Hîdayetî li Bokanê dijî û heta niha çendîn berhemên wî di warê roman, gotar û wergêrê de hatine weşandin:

Ev jî berhemên wî ne: “Dengî Nuxte (novel, 2003), Toqî Ezazîl (roman, 2012), Gabor (roman, 2015), Berdêk le Berdêk (gotar, 2019), Nesrî Kurdî û Goranî Form (rexne-lêkolîn, 2019), Goreşar (roman, 2020), Heqîqet û Piyawî Zana (wergêran, 2021), Berdîne (roman, 2022).”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst