Wênegir Rûdawê li Beyrûtê beşdarî pêşangeha wêneyan dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha salane ya Festîvala wêneyan li Beyrutê Lubnanê berdewam e. Di pêşangehê de proje û fotostoriyên 38 fotograferan ji seranserê cîhanê hatine pêşandan. Fotograferên Kurd beşdar in, di nav wan de Fotograferê Tora Medyayî ya Rûdawê Bilind Tahîr e ku bi fotostoriyeke derbarê 34emîn Salvegera Enfalkiriyên Nugre Selman de beşdar e.

Pêşangeha salane ya festîvala Foto ya Beyrutê ye li paytexta Lubnanê bedewam dike. Welatek ku krîza aborî û milmilaneya siyasî bi awayekî baskê xwe bi ser de kişandiye bi tevahî westiya ye, lê dîsan huner her geş dibe. Di festîvalê de proje û fotostoriyên 38 fotograferan ji seranserê cîhanê hatine pêşandan.

Berpirsê Festîvala Foto ya Beyrutê Remzî Heyder dibêje: “Îro me pêşangeha sêyem an qonaxa sêyem a Festîvala Beyrutê vekir. Hejmara fotograferên beşdarê pêşangehê 38 fotografer e; lewra dibînî fotografer ji Fransayê hatine û ji Iraqê hatine; herwiha dibînî fotografer hene ji Kurdistanê hatine.”

Festîvalê roja Înê 16ê Îlonê destpê kir û heta 30ê mehê berdewam dibe, rojane ji demjimêr 10 sibehê heta 7ê êvarê ye… Sê fotograferên Kurd beşdar in, di nav wan de Fotograferê Tora Medyayî ya Rûdawê Bilind Tahîr e ku bi fotostoriyeke derbarê 34emîn Salvegera Enfalkiriyên Nugre Selman de beşdar e.

Wezîrê Rewşenbîrî yê Lubnanê Mihemed Wîsam jî got: “Ez şanaz im ku beşek ji gelê Lubnanê bi eslê xwe Kurd e. Pirsa kurd û tişta hatiye serê gelê Kurd li hemû navçeyê, wek wêya gelê Kurd li Iraqê rûbirû maye, di mejî û wijdanê Lubnaniyan de ye. Bo min jî gelekî girîng e ku dibînim ew karesata Kurd hatiye belgekirin. Ew karesata ku ji ber rejîma zordar û kirêt qewimiye. Hêvîdar im ew birîna gelê Kurd bê pêçan û bibe sedemaderketina asoya hevahengî û biratiyê di navbera Kurd û gelên din ên navçeyê de.”

Festîvala Foto ya Beyrutê, yekem car di Îlona 2019an de ji aliyê Komeleya Festîvala Foto ya Bîreweriyan û bi hevbeşiya ligel Xaneya Foto û Yekîtiya Fotograferên Ereb hatiye sazkirin û bo dema pênc hefteyan berdewam bû; ji 25 cihên cuda 600 fotoyên 122 fotograferên 25 welatan hatine pêşandan.