Di çarçoveya bernameyeke taybet de 3 şairên ji Başûrê Kurdistanê li Stenbolê bi xwînêrên xwe ve hatin ba hev
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya bernameyeke taybet de 3 şairên ji Başûrê Kurdistanê li Stenbolê bi xwînêrên xwe ve hatin ba hev û bernameyeke helbestê lidar xistin.
Mueyed Teyîb, Te’let Tahîr û Kejal Ehmed ku hersê jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne û li her çar perçeyên Kurdistanê jî naskirîne û kitêbên wan bo zimanên cuda hatine wergerandin li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê bi heazkiriyên helbesta Kurdî ve li hev kom bûn.
Bernameya ku ji hêla Kovara Kurdistan Chronickle, Weqfa Beşîkçî û Weşanxaneya Avesta ve hate amadekirin de moderatoriya bernameyê Osman Mihemed kir. Hejmareke zêde ya xelkê eleqe pê da û li salonê cih nema.
Niviskar Jan Dost, Îsmaîl Beşîkçî, Gerînendeyê Nubiharê Dilêman Çevîk, gerînendeyê Avesta Abdullah Keskîn gelek mêvanên din ên ji her çar perçeyên Kurdistanê jî amade bûn.
Teyib, Ehmed û Tehîr helbestên xwe xwendin û pişt re jî şiîrên wan bi kursî û tirkî jî hatin wergerandin.
Piştî bernameyê jî hersê şairan kitêbên xwe îmze kirin.
Li Stenbolê bi hevkariya Wêşanxaneya Avesta, Kurdistan Cronikle û Weqfa İsmaîl Beşîkçî ji bo helbestvanên Başûrê Kurdistanê Kejal Ehmed, Mueyed Teyîb û Telet Tahîr çalakiya “Êvara Peyvan” sazkirin pic.twitter.com/gpGQs0N3FE
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 17, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse