76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê deriyê xwe ji bo sînemahezan vekir

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Fransayê 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku derhênerî Swêdî Ruben Ostlund serokatiya juriya wê dike, despê kir. Di festîvalê de 21 fîlm dê ji bo Palmiyeya Zêrîn milmilaneyê bikin.

Merasima destpêkirina festîvalê duh êvarê bi fîlma "Jeanne du Barry" a derhênera Fransî û Cezayîrî Maiwenn Le Besco hat kirin û festîval dê heya 27ê Gulanê bidome.

Îsal di desteya juriyan a ku derhênerî Swêdî Ruben Ostlund serokatiya wê dike de 9 endam beşdar in.

Ostlund di 2017an de bi fîlma "Çargoşe" û par jî bi fîlma "Sêgoşeya Xemgîniyê"  xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.

21 fîlm dê ji bo Palmiyeya Zêrîn pêşbirkê bikin

Filma Nurî Bîlge Ceylan a bi navê "Kuru Otlar Ustune" (Li Ser Giyayên Hişk) ji bo Palmiyeya Zêrîn pêşbirkê dikin de cih digire.

Fîlmên pêşbirkê:

Club Zero - Jessica Hausner 

Asteroid City - Wes Anderson 

The Zone of Interest - Jonathan Glazer 

Fallen Leaves - Aki Kaurismaki 

Les Filles D’Olfa (Four Daughters) - Kaouther Ben Hania 

Anatomie D’une Chute - Justine Triet 

Monster - Kore-eda Hirokazu 

Il Sol Dell’Avvenire - Nanni Moretti 

La Chimera - Alice Rohrwacher 

Kuru Otlar Ustune - Nuri Bilge Ceylan 

L’Ete Dernier - Catherine Breillat 

The Passion of Dodin Bouffant - Tran Anh Hung 

Rapito - Marco Bellocchio 

May December - Todd Haynes 

Firebrand - Karim Ainouz 

The Old Oak - Ken Loach 

Perfect Days - Wim Wenders 

Banel Et Adama - Ramata-Toulaye Sy 

Jeunesse - Wang Bing 

Tê çaverêkirin ku di pêvajoya festîvalê de 120 hezar kes serdana bajarê Cannesê bike. Herwiha heta saet 06.00ê sibeha 28ê Gulanê lidarxistina xwepêşandanan li qada festîvalê hat qedexekirin.

Li hola ku amadekariyên ji bo Festîvala Fîlma Cannesê didomin, xaliyên sor hatine raxistin.

Festîvala Fîlman a Cannesê festîvaleke ku her sal li bajarê Cannesê yê Fransa, tê li dar xistin. Fîlmên ji çar aliyê cîhanê tên pêşandan.

Tenê kesên ku têne vexwendin dikarin beşdarî festîvalê bibin. Fîlma herî serkevtî Palmiyeya Zêrîn werdigire.