Aynur Dogan: Em ne kîsên qûmê ne ku hûn xwe pê bihêz bikin

17-05-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Kurd Aynur Dogan ku ji aliyê Şaredariyeke AK Partiyê ve rê bo konsera wê nehatibû dayîn  peyemak belav kir û got: “Evîndar ew kes in ku rastiyê dûpat dikin, em jî  di pêşveçûna li ser vê rêyê de berdewam dikin. Em ne kîsên qûmê ne ku hûn masûlkeyên xwe pê  bihêz bikin”

Şaredariya Navçeya  Derînceyê ya ser bi bajarê Koacaelî yê Tirkiyê ku di destê AK Partiyê de ye, 15ê Gulana 2022ê ragihandibû ku konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ku biryar bû 20ê Gulanê li wê navçeyê bê sazkirin bi hinceta ku  "ne guncaw e" hatiye betalkirin. Qedexekirina konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan bûbû sedema nerazîbûnê û li ser medya civakî hem ji aliyê partiyên sîyasî û hem ji aliyê welatîyan ve piştgirieyeke mezin  bo Aynur Dogan hatibû dayîn.

Aynur Dogan ku di warê muzîka Kurdî yek sîmayên berniyas e, piştî vê biryara şaredariya Derînce bo yekem car îro 17ê Gulana 2022ê  li hesabê xwe yê Twiterê peyamek belav kir.

Aynur Dogan wek karvedenekê li dijî biryara şaredariya navborî di peyema xwe de dibêje: “Evîndar ew kes in ku rastiyan dûpat dikin, em jî dê di pêşveçûna li ser  vê rêyê de berdewam bin. Bi qasî ku hêza me têr bike, li her cihekê ku  heza we lê hebe, em dê bi parvekirinê mezin bibin. Em ne kîsê qûmê ne ku hûn masûlkeyên xwe pê bihêz bikin, lê em derfeta wê yekê ne ku hûn wijdan û dilê xwe mezin bikin.”

Aynur Dogan,  1ê Adara 1975ê li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.  Di sala 2021an de ji aliyê Fuara Navneteweyî ya Muzîka Cîhanê ya Womexê, wekî hunermenda salê hatiye diyarkirin û xelata saziyê ya sala 2021an wergirtiye. Aynur Dogan heta niha 8 albûmên muzîkê derxistine. Albuma wê ya herî bi nav û deng “Keça Kurda” ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst