Hejmara nû ya Psychology Kurdiyê derket!

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Psychology Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdiyê bi hejmara xwe ya 18an derket pêşberî xwendekaran.

Kovara ku ji sala 2016an ve 4 mehan carekê tê weşandin her hejmar cih dide dosyayeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur.

Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng ku navê dosyayê “Têkilî û Malbat” e.

Hejmar 18an bi gelek nivîs û gotarên curbicur ku li ser malbat û têkiliyan hatine nivîsîn derdikeve pêşberî xwendekarên xwe.

Di vê hejmara nû de naverok bi vî awayî ye:

Têkiliya Malbatî, Tenduristî û Trawmaya Nifşguhêzî: Jan Îlhan Kizilhan, Wergera ji Îngilîzî: Bîlal Oztunç.

Şideta Nav Malbatê û Zarok: Gulperi Gunduz

Ragihandina Navmalbatî û Serkeftina Dibistanê: Enver Îlerî

Hevpeyvîn bi Sezaî Halîfeoglu re: Wergera ji Tirkî: Aydin Rengîn

Norobiyolojiya Evînê û Têkiliyên Nêz: Azad Dildar

Hin Ponijîn li ser Malbatê: Yusuf Atabay

Îstismara Hestî ya li Hember Zarokan: Siyabend Aslan

Teoriya Girêdanê: Leyla Turhan

Hevberdan û Bandora Wê li Zarokan: Fatma Zehra Gemî, Samed Dogan

Tutumê Keye û Psikolojîyê Domanan: Erdal Gul

Bandora Cureyên Malbatan li Şîzofreniyê û Şîroveyên Derbarê Nêzîkahîtêdanên Wê: Mehmet Alî Erol

Ne/pêkaniya Herka Civakî di Romana Zadie Smithê ya bi Navê Diranên Spî de: Hoşeng Nizarî

Stres: Hataw Ahmed Sharif: Wergera ji Soranî: Mehmet Alî Erol

Pirs û Bersiv bi Medenî Ferho re: Psychology Kurdî

Termên Derûnnasiyê: Psychology Kurdî.

Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turhan û Gulperî Gunduz ve tê birêvebirin.

Xwendevan dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdiyê û hejmarên wê yên din ji ser malpera Avestayê û ji malperên din ên pirtûkfiroşan peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst