Modelîst bû niha bûye stranbêj

17-04-2017
Darbaz Younis
Nîşan Hasan Xerîp Modelîst Klîp Stran Norveç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xanima nimayîşkara cilûbergan Hasan Xerîb, ku li Noweçê dijî, di demekê nêzîk de yekemîn klîba strana xwe belav dike. Hasan Xerîb dibêje, ew ji zarokatiyê ve hez ji strangotinê dike.

 

Derbarê karê xwe yê nû yê hunerî de Hasan Xerîb ji Rûdawê re got; “Di demekê nêzîk de ezê klîba xwe ya bi navê “Ligel min be” belav bikim. Gotinên vê stranê ji aliyê Helo Bira ve hatiye nivîsandin. Karê tomarkirina mûzik û dengê jî li Hewlêrê, di Stûdyoya Pro de hatiye kirin.”

 

Li ser karê modelîstiyê û stranbêjiyê Xerîb diyar kir; “Ji zarokatiya xwe ve ez hez ji stranan dikim. Di salên 1990î de ligel grûbên zarokan li Kurdistanê min çendîn stran tomar kirine. Di çendîn berhemên li Kurdistan û derveyî welat de jî min cîh girtiye.”

 

Hasan Xerîb behsa ezmûna xwe ya strangotinê jî kir û got; “Ligel çendîn hunermendan jî min stranên mîştîmanî gotiye. Lê ev dê bibe yekemîn strana min ku ez bixwe tomar dikim.”

 






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst