Şîretên Mîr Celadet Alî Bedirxan ji nifşên nû re

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek beş û curên edebiyatê hene ku yek ji wan "Edebiyatên Şîretan" yan şîretmendî ye. Helbet şîret ji aliyê kesên hêja û qedirbilind ve tên gotin yan nivîsandin daku sûda wan bigihe beşê herî mezin yê gencên Kurd. Yek ji şîretkarên Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan bû.

 

Mîr Celadet di warê zimanê Kurdî û xebata ji bo Kurdîtiyê de, gelek şîretên hêja ji nifşên gelê xwe re hiştine û di kovarên Hawar û Roja Nû de belav kirine.

 

Di nav edebiyata miletan de de, curek bi navê "Edebiyata Şîretan" heye. Hizirvan, bîrmend û kesayetiyên mezin û bîrewer ku dinya dîtine û xwedî ezmûnên rengîn û mezin in, dixwazin bi riya vê edebiyatê û bi riya pend û şîretên xwe sûdê bigihînin miletê xwe.

 

Di nav Kurdan de jî ku ji gel û neteweyên din bêtir hewcedarî pend û şîretan e, hinek kesên wiha derketine. Bi taybetî zimanzan û fîlosofê Kurd Celadet Alî Bedirxan pendyar û şîretvanekî zana û zîrek bû. Wî bi riya kovarên Hawar û Roja Nû dengê xwe gihand miletê xwe û şîret û amojgariyên xwe li xort û keçên Kurd belav kir.

 

Di warê zimanê Kurdî de ku pişka şêr ji guhdana mîrê me dibir, Celadet bi kelekel û heyecan û bi janeke mezin û kezebeke şewitî, şîret li gencên Kurd dikir û gilî û gazinên xwe wiha dianî ziman: "Yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin yan nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet e, lê rûreşiyeke giran e. Bavo li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene tevde bûne dewlet û hikûmet, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi şûnde mane. Divê em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin."

 

Celadet Bedirxan hertim dixwest berê xort û keçên Kurd bide xebat û têkoşîna ji bo pêşketin û rizgariya Kurdistanê û hewl dida xortên Kurd nekevin jêr kartêkirina kesên dixwazin xortan sar bikin û dilê wan ji kar û xebatê bihêlin. Di hejmara 18an a Kovara Hawarê de, ku sala 1933an li Şama paytexta Sûriyê derket, Celadet wiha dibêje:

 

"Xorto! Holê bixebite, yan bi xwe çêke yan alîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin. Lê eger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî alîkariya çêkiroxan bikî hingê bi yên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ku ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Wekî tu dixebitî dexeskar ji dora te kêm nabin. Tu guh nede wan. Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengî bi deng û pêjinê temirî ye. Dengê te ku ji pifkirinê natirse, ewê her bilindtir, çira te ku bi pêjinê nalerize ewê her geştir bibe."