TZPa Kurdî xwe ji roja zimanê dayikê re amade dike

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Tevgera Zimanê Kurdî û Perwerdeyî (TZP’a Kurdî) xwe ji bo pîrozkirina roja 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê amade dike.

Bi pêşengtiya TZP Kurdî li Amedê 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ,dê hefteyek rêze çalkî bên lidarxistin.

Ji ber vê yekê TZP Kurdî bi silogana ‘Welatparêzî, têkoşîna xwedîderketina li Ziman, Çand û Dîrokê ye’ dê derkeve qadan û BDP, DTK, EGÎTÎM-SEN û KURDÎ-DER jî dê alîkarî bidin wê.


Di çarçoveya bernameya çalakiyên roja zimanê dayikê de, rojên 18,19 û 20ê Sibatê, dê li navçeyên girêdayê bajarê Amedê belovokên destan werin belav kirin, li bîlbordan afîş dê werin daliqandin. 20 Sibatê jî li ber AZC Plazayê dê daxuyaniya çapemeniyê were li darxistin.


Di çarçoveya xebatên Ziman de, Roja 21 Sibatê jî Saet 13:00’de dê li Parka Koşûyolê Gel kom bibe û heta Avahiya KURDÎ-DER’ê dê meş were lidarxistin.