Bi Zazakî berhemeke nû: ‘Warway’ derket

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka helbestan a Enwer Yilmaz ku bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) nivîsandiye, ji Weşanxaneya NASê derket.

Nivîskar, weşanger û rojnameger Enwer Yilmaz pirtûka xwe ya bi navê “Warway” belav kir.

“Warway” pirtûka helbestan e û Enwer Yilmaz bi vê pirtûka xwe dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

Pirtûka Enwer Yilmaz “Warway” a ku ji Weşanxaneya NASê derket 100 rûpel in û tê de 52 helbest hene.

Enwer Yılmaz berê jî 2 pirtûkên çîrokan ên bi navên Ti Dejêko Bêwayîr î û Bena Hol ên bi Kirmanckî derxistine.

“Zimanê min ji min re helbest dan nivîsandin”

Enwer Yilmaz wiha behsa pirtûka xwe ya nû dike:

“Bi rastî zimanê me pir dewlemend û xweş e. Zazakî her çiqas dereng hatiye nivisand û wêjeya wê dereng dest pêkiribe jî pir dewlemend, xorîn û estetîk e.

Bi zimanê me her cûreyê edebiyatê dibe û zimanê me ji ti zimanekî din ne kêmtir e. Min berî çend salan dest pê kir ku ez çend helbestan binivîsim.

Min çend heb ceribandin lê piştre êdî min nedikir xwe bigirim û zimanê min ji min re helbest dan nivîsandin.”

“Mirov dikare hemû hîsên xwe bi zimanê xwe binivîsîne”

Nivîskarê Kurd bal kişand ser zimanê dayikê û got:

“Mi ferq kir ku mirov dikare hemû hîsên xwe bi zimanê xwe jî binivîse. Zimanê me ji bo her cureyên edebîyatê bes e ku em pê binivîsin.

Em xelkekî birîndar in. Ji ber vê yekê em pir tijî ne. Edebiyat îmkanê dide me ku em êşên xwe, birînên xwe û neheqiya ku li me hatiye kirin nîşan bidin.”

“Ne qelem, ne kaxez û ne jî hibir têra êşên me dikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Yilmaz got:

“Eger ku em êş, dîtin û birînên xwe neqlê edebiyatê bikin ne hibir, ne qelem ne jî kaxez têra me dikin.

Em ewqasî xelkekî tijî û birîndar in lê her çiqasî li welatê me zimanê me roj bi roj kêmî tê axaftin jî ji aliyê edebiyatê û medyaya dîjîtal ve xebatên nû têne kirin û hene.

Eger em rojekê heqê xwe yê ziman bi dest bixin ev xebatên ku têne kirin dê sûda xwe pir bin û her yek wekî arşîvekê bin. Ji ber wê her xebata ku bi Kurdî tên kirin hêja ne.” 

Enwer Yilmaz kî ye?

Enwer Yilmaz sala 1980an li Amedê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji Çewlîgê ye.

15 sal in xizmeta Kirmanckiyê (Zazakî) dike. Di sala 2010an de bi zimanê xwe dest bi karê rojnamegeriyê kiriye.

Di gelek rojname, malper û kovaran de nivîsên wî derketine. Heft salan bi zaravayê Zazakî di televîzyonên Kurdan de karê televîzyonê kiriye.

Heta niha 2 heb pirtukên wî yên çîrokan ên bi navên Ti Dejêko Bêwayîr î û Bena Hol derketine.

Xelatên ku bi xebatên xwe wergirtine:

  • 2012- Musebaqaya Huseyîn Çelebî ya Çîrokan (Xelata yekemîn)
  • 2013- Musebaqaya Çapemenî ya Musa Anter (Xelata yekemîn)
  • 2014- Musebaqaya Çapemenî ya Musa Anter (Xelata teşwîqê)
  • 2014- Egitim Sen (Xelata Manîsyonê)
  • 2022-Hezkurd (Xelata Podcestan)
  • 2023- Amîda Haber (Xelata nûçeyan)

Pirtûkên wî yên berê

  • Ti Dejêko Bêwayîr î / Çîrok /2014
  • Bena Hol / Çîrok / 2018

Helbestekî Enwer Yilmaz ji pirtûka wî ya nû:

PAYÎZ

Beno ke ez şêrî tîya ra

Wextêkê payîzî de

Tizana tîya êdî welatê ma nîyo

Ti zana tîya êdî welatê merdeyan o

Ti zana ez çiqas dejaya, birîndar kewta tîya de

Zerrîya mi erzîya verê cinawiran...

Ti zana ke tîya hînî vengî ya

Welbîyayîş, çînebîyayîş o tîya

Ti zana tîya de ma rê ca çîne yo

Tîya peynîya rayîrê ma wo.

 

Payîz wextê şîyayîşî yo

Wextê şîyayîşê pelanê daran

Şîyayîşê pelan xemgînîyêk erzena mi zerre tim

Ti zî sey pelanê payîzî yî nika

Ti paweyê demê warginayîşê xo yî

Ti zî sey înan bîyî zerd

Rojêk ti zî sey înan ginenî waro

Rojêk ti zî benî huşk, çîn û dara xo ra kewenî waro