Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya heftiyeke rewşenbîrî lidar dixe

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (YNKS) Şaxê Girkêlegê heftiyeke heftiyeke rewşenbîrî li Çil Axe li darxist, di wê heftiyê de semînar û şevbuhêrk tên pêşkêşkirin.

Îro Yekşemê 16ê Cotmeha 2022yandi roja yekem ya wê heftiya rewşenbîrî de, lêkolîner û nivîskarê Kurd Konê Reş semînarek li ser rewşa çanda Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.

Di semînarê de hejmareke nivîskar û rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê amade bûn.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Luqman Ehmed derbarê hefteya rewşenbirî de got: “Îro roja destpêka hefteya rewşenbîrî û çandî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê ye. Semînerek li ser rewşa wêjeyî û rewşenbîrî ya giştî ji aliyê Konê Reş ve hat pêşkeşkirin. Roja Sêşemê jî dê derbarê ragihandinê de ji aliyê mamoste Berzan Hisşn ve semînerek dê were lidarxistin. Herwiha roja pênçşemê jî çalakiyên me dê hebin.”

Bernameya çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya wiha ye:

Roja Yekşemê 16/10/2022

Semînar:Rewşa çanda Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

Pêşkêşkirin: Lêkolîner û wêjevan Konê Reş 

Roja Sêşemê 18/10/2022

Semînar: Rola ragihandinê di şoreşa Sûrî de -Nimûne ragihandina Kurdî

Pêşkêşkirin :Nivîskar û ragihêner Berzan Hisên

Roja Pêncşemê 20/10/2022

Helbestxwendin bi beşdariya çend Helbestvanan: Qasim Merîka, Mihemed-Zekî Gergerî, Haşim Mele Beşîr.

Imzekirina Dîwana  helbestvan Fewaz Bavê Dilo.