Li Kobanê jinan pêşangeha tabloyan di nav kavilan de vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi destpêşxeriya komek ji jinên hunermend pêşnageheke ciyawaz a tablo û nîgaran hate vekirin.

 

Pêşangeha nîgarkşiyê li aliyê wêranbûyî yê bajarê Kobanê, ku di şerê DAIŞê de wêran bûye, û li ser kavilên avahiyên rûxayî hatiye vekirin.

 

Li gorî zanyariyan, 12 jinên nîgarkêş ên Kobanê, tablo û nîgarên xwe li ser dîwarên kavilên avahiyên taxeke wêranbûyî ya bajêr daliqandine û  pêşangeheke hunerî ya ciyawaz vekirine.


Pêşangeha nîgarkêşiyê li kêleka mizgevta Hec Reşad hatiye vekirin. Di dema êrişa DAIŞê de ew mizgevt jî wêran bûbû.

 

Wan hunermendên jin ragihandin, ku bi daliqandina wêneyan li ser dîwarên kavilan, wan xwest vê peyamê bidin, ku jiyan berdewam e û şer nikaribû dawiyê li xewan û xeyalên xelkê Kobanê bo jiyaneke baştir û xweştir bîne.

 

Di sala 2014ê de DAIŞê êrişî bajarê Kobanê kir, lê şervanên Kurd berxwedaneke mezin kirin û piştre bi piştevaniya hêzên pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê ew êrişa DAIŞê hat têkşikandin.