Lazar Berman
Hewlêr(Rûdaw) - Vê festîvalê ligel bilindbûna dengê daholê destpêkir. Lorîn Daryoş Kurdeke ji Sûriyê ye, li Qamişloyê ji dayik bûye. Çû geracê. Dema hate xwarê, hest bi azariya hinavê xwe kir. Hingê dengê awazeke naskirî ya Şamê bihîst. Ligel vî dengî ber bi mêrga kesk ve diçû. Çend demjimêran piştre bi nav qerebalixekê ve diçû, ku mêr bi şerwalên kurdî û kumên kultûrî yên xwe hatibûn bo festivalê. Xelk bi zimanê kurdî û zimanê aramî yê kevin diaxivîn, di demekê de ku jin bi amadekirina xwarinê mijûl bûn.
Lê Lorîn yekser ji Qamişloyê yan ji her parçeyekî din ê Kurdistanê nehatibû, ku îro di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê de dabeş bûye. Ew ji parka Orşelîm Saxer hatiye, daku beşdarî yekemîn festîvala Seherane bibe.
Seherane cejneke salane ya Kurdên cihû ye. Grûpên kevin bi hev re dicivin û bi stran, sema, xwarin û gotina çîrokên kevin ên welatê xwe bi zimanê aramî û kurdî vê helkeftê bibîrtînin.
Roja 29.09.2013ê Kurdên Îsraîlê ji Orşelîma paytext dest bi bîranîna ahenga Seherane kirin. Li gor gotina serokê encûmena grûpê li Îsraîlê, Yehuda Bin Yûsiv, bêhtirîi 13 hezar Kurdên cihû di vê ahengê de amade bûn. Ji pêvî vê civîna li Orşelîmê jî, li hinek bajarên din ên Îsraîlê ahengên din ên biçûktir ji bo vê helkeftê saz bûn, wek Yokniyam, Mêvasîrt û Yardîna.
Cihûyên kurd festîvala Seherane di buharê de saz dikirin. Hevdem e ligel cejna Newrozê ya Kurdên misilman, ku di vê rojê de diçin derve ji bo geşt û seyranê, cejna xwe bi ahenga mûzîk û stranan lidardixin.
Kurdên cihû ji sala 1950î ve koçî Îsraîlê kirin û herdem berdewam bûn li ser bîranîna vê cejnê. Lê hin caran ketine ber metirsiyê û bi awayekî kêmtir karîbûn xwe derxînin, ji ber ku di heman demê de hinek helkeft û cejnên grûpên din birêve diçûn ku ev cejna kurdî vedişartin. Lewma serokê komeleyê di wê serdemê de, mamê Yehuda Bin Yûsiv, ku serokê niha yê komeleyê ye, di sala 1975ê de diyar kir ku aheng bo Sukhotê bê guhastin.
"Beşek in ji Îsraîlê"
Piştî pêkanîna pêwendiyan ligel Kurdên misilman ên Kurdistanê, hin caran ji aliyê wan Kurdên misilman ve serdana wan dibe, ku berê li Kurdistanê cîran bûn, yan hevdu nas dikirin.
Daryoş ku malbata wê hê jî li Sûriyê ye, bi rêya înternêtê Bin Yûsiv dîtiye û ji Holendayê hatiye Îsraîlê, da ku beşdarî vê festîvalê bike. Ev keça kurd dibêje: "Bin Yûsiv mirovekî pirr taybet e. Ez xwe wek mêvan nabînim. Hest dikim ku li mala xwe me. Ne hêsan e ku ev hest li her cihî ji te re pêk bê. Lê ev ji ber wê yekê ye ku ez hest dikim Kurd im û ew jî Kurd e… Nizanim çawa zelal bikim."
Ev duyem serdana Daryoşê ye bo Îsraîlê. Di Tîrmeha borî de jî, ew ligel sê hevalên xwe yên kurd ji Swêdê hatibû bo Îsraîlê: "Li parka rawestana otomobîlan, ku ber bi ahengê ve dihatim, min guhdarî li dengê mûzîkê dikir, min got çiqasî xweş e tu guhdariyê li mûzîka kurdî bikî."
Ev keça kurd dibêje tiştekî pirr kêmmînak e ku tu diçî welatekî xurt wek Îsraîlê. Herwiha tu dibînî Kurd li wê derê hene û desthilata wan jî heye, min digot tenê ezê xelkên bi temen li ahengê bibînim, lê min gellek xelkên ciwan jî dîtin ku dîlan û semaya kurdî dikirin: "Beriya ku ez bêm Îsraîlê, min bîr dibir ku ti kes arîkariya me nake û kes tiştekî nade me. Lê piştî ku hatim vê derê û min xelk dîtin, min got çima na, em Kurd in û Îsraîlî jî arîkariya me dikin. Ev gellekî min kêfxweş dike. Di nêrîna min de jî pêwendî di navbera Kurdistan û Îsraîlê de gellekî baş dibe. Em Kurd in. Em tev arîkariya hev dikin. Her dema ku Kurdekî dibînim ku pêwîstiya wî bi arîkariyê heye, arîkariya wî dikim."
Di nav qerebalixa festîvalê de hinek malbatên Kurdên Kurdistana Iraqê jî dihatin dîtin. Yekê ji wan ereboka zarokekê dajo. Ew bi dû wan Kurdên cihû ku li Îsraîlê ne geriyan. Hê jî dikarin bi kurdî biaxivin. Ew ji ber xatirê zaroka xwe, ku nexweş e û pêwîstiya wê bi tedawiyê heye, hatibûn Îsraîlê. Du jinên îsraîlî yên kurd ku bi cilûbergên îslamî ew malbat naskiribûn, yekser çûne cem wan û bi şêwezarê soranî dest bi axaftinê kirin.
Bextyar Ibrahîm Kurdê Iraqê ye û li Almanyayê dijî. Yekem car e serdana Îsraîlê dike, lê ji demeke dirêj ve ew bîra serdana Îsraîlê dike. Ew serokê rêxistina “Dostayetiya Kurdistan – Îsraîl” e, ku beriya 3 salan li Almanyayê damezrandiye. Ev rêxistin ji dema damezrandina xwe ve li Almanya, Brîtanya, Awisturya û Belçîkayê karê xwe dike. Li gor gotina Ibrahîm, beşên vê rêxistinê li Sûrî, Iraq û Îranê jî hene. Lê seyr di wê yekê de ye ku Ibrahîm bi xwe serokê rêxistinê ye û ji demekê ve dixwaze bê Îsraîlê lê nikarîbû.
Îsraîl bûye cihê guhdana karê akademîk yê Ibrahîm: "Dilê min ji bo Îsraîlê lêdida. Ola Cihûtiyê yek ji tiştên ku cihê guhdana min bûn. Min biryar da ku fêrî zimanê wan bibim. Piştre min hest kir ku ez pirr ji nêzîkî vî xelkî me. Min hest kir ku tev mirovên min in. Min zanîbû ku hejmareke mezin ji Kurdan li Îsraîlê dijîn û beşek ji Kurdistanê li vê derê ye. Min didît ku divê em vê rêxistinê damezrînin, da ku bibe pirek di navbera Îsraîl û Kurdistanê de. Pêşî min baş dît ku bêhtir em bi dû Kurdên Îsraîlî de herin, piştre me dît ku ligel hemû Cihûyên cihanê kar bikin."
Rêxistina pêwendiyên Dostayetiya Kurdistan – Îsraîl ligel rêxistinên sivîl ên îsraîlî kar dike û hejmareke mezin ji projeyên wan bi hev re hene. Xewna Ibrahîm ew e ku dibistanên kurdî ji bo Kurdên cihû li Îsraîlê bên damezrandin û kursên zimanê kurdî jî vebin. Herwiha li ser nêrîna Kurdan derbarê Îsraîlê de dibêje: "Kurd wek hevalekî li Îsraîlê dinêrin. Em wek Kurdên cihû hest dikin ku em beşek in ji Îsraîlê. Ev xelk jî beşek in ji neteweya me. Ev nûnerên Kurdan in li Îsraîlê." Nêzîkî 200 hezar Kurdên cihû li Îsraîlê dijîn. Nîvê vê hejmarê tenê li Orşelîm in.
Di vê festîvalê de hinek wêneyên dîroka Cihûyên Kurdistanê hatin nîşandan. Mordexay Yona wek xwebexşekî ligel hinek kesên xwebexş ên din wêneyê Kurdistanê di festivalê de daleqandin. Yona di serdanek xwe de bo Kurdistanê ev wêne girtibû. Ew bi xwe heta temenê 11 salî li Zaxoyê jiyaye. Îro jî yek ji şarezayên grûpê ye û xwediyê 3 ensîklopediyan e derbarê Kurdên cihû de. Herwiha xwediyê ferhengeke zimanê kurdî-ibrî ye jî.
Dîrokeke dirêj û dewlemend ya Cihûyan li Kurdistanê heye. Ew yekem car gihiştin nav Împeratoriya Aşûrî, dema ku Aşûriyan şanişîniya bakur a Îsraîliyan bezandin û dest danîn ser 10 eşîrên Ciuhûyan. Di sedeya yekem a zayînê de, malbata padîşahê şanişînî ya Hidyab, ku paytexta wê bajarê Hewlêrê bû, paytexta niha ya Kurdistanê, hatine ser ola Cihûyan. Li gor lêkolerê cihû Binyamîn Tudêla, ew civaka çalak a sedeya 12ê ji bêhtir ji 100 gund û bajarî de pêk hatiye.
Di nav civaka kevneşop ya kurdî de Cihû bi wê yekê navdar bûn ku jineke wan hebû ku serkirdeya olî bû, bi navê Esenat Barzanî. Ev di sedeya 17ê de çû Amêdiyê û wek Kurdeke şarezaya Tewratê nav û dengên wê derketibûn. Yona dibêje: "Her bajarê mezin di vê serdemê de 2 heta 4 peristgehên Cihûyan lê hebûn, ji qermîdan pêk hatibûn. Lê peristgeha mezin a Zaxoyê ji kevir pêk hatibû. Beşekî mezin ji vê peristgehê ketibû. Lê ku min sala 2000î serdana Zaxoyê kir, yek ji stûnên vê peristgehê hê jî mabû."
Kurdên Cihû berdewam serdana gora pêxemberan dikin, ku di nêrîna wan de li vê navçeyê veşartî ne. Gora Hezqêl li başûrê Iraqê ye. Gora Danyal li Kerkûkê ye. Naûm ku Kurdên cihû wî wek pêxemberê xwe dibînin li Alqoşê jiyaye û her li wê derê jî miriye û hatiye veşartin.
Di dawiya sedeya 16ê de Kurdan dest bi koçkirinê kirine. Li bajarê Sefîd ê başûrê Îsraîla niha niştecih bûn. Lê piştî damezrandina dewleta Cihûyan, ji sala 1948ê ve ev cih berdan.
Yonadi sala 2000î serdana Kurdistanê kir. Ew dibêje "Kurd dizanin ez xelkê Îsraîlê me, lewma rêzeke mezin ji min re girtin." Ew bi berdewam jî pêşwaziya wan Kurdan dike ku serdana Îsraîlê dikin.
Festîvala Seherane ji pêvî ku nerîtan wek sax dihêle, derfeteke jî bo komelgeh û grûpên cuda ku endamên wan hevdu nas bikin û bi civaka îsraîlî re têkel bibin. Li vê festiîvalê, dengbêjê navdar ê îsraîlî û kurdregez Îtzîk Kala bi herdu zimanên ibrî û kurdî stran pêşkêş kirin. Kurdên cihû ligel malbatên xwe di vê festîvalê de xuya dikin. Yekî ji wan Kurdan Neîm Îlyaho bû ku li bajarê Koyê yê Kurdistana Iraqê ji dayik bûye. Malbata wî ji sala 1951ê ve hatiye Îsraîlê. Wî bi xwe jî di hêza ezmanî ya Îsraîlê de kar kiriye. Herwiha wan grûpeke kurdî bi navê "Neîm û Neîme" damezrandine.
Naum Moşî ji Zaxoyê ye. Hevjîna wî jî ji Duhokê ye. Niha li bajarê Qalonyayê dijîn, ku dikeve nêzîkî Orşelîm. Ew bi başî behsa pêwendiyên di navbera Kurdên cihû û Kurdên misilman de dikin.
Helebçe, ku komkujiya wê ya sala 1988ê bi destê rejîma Saddam Husên bi navûdeng e, hê jî taxek tê de maye bi navê taxa Cihûyan. Tevî ku hemû Cihûyên wê derê koç kirin bo Îsraîlê, lê şûnewarên kevin ên Cihûyan li vê navçeyê her mane û peristgeha Cihûyan asê maye ku bi qermîdan pêk hatiye.
Raçêl Şalom ligel hevjîna xwe li aliyekî ji textê şanoyê li festîvalê behsa serdema zaroktiya xwe dike, ku li vê taxê lîstiye. Wêneyê bajarê Helebçe li ber dest e û nîşanê bi wî cihî dide ku jê re tê gotin taxa Cihûyan û dibêje: "Ev mala mamê min bû li wê derê. Ewa ku li wê derê jî diyar e, hingê aşê ard bû. Ev jî mala qaymeqamê Helebçeyê bû, ev cih baş tên bîra min." Şalom berdewam dike û dibêje: "Ev tev li bîra min mane." Şalom bi dev li girî diaxive, hêsir ji çavên wî têne xwarê û di axaftinê de berdewam dibe: "Dixwazim dukana bavê xwe bibînim ku li wê derê hebû."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse