Hejmara 90î ya Bîrnebûnê derket

Duh li 12:53
RÛDAW
Nîşan Kovara Bîrnebûnê Alî Çîftçî Kurdên Anatolyaya Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 90î bi dosyeya “Dostê Kurdan: Olof G. Tandberg” çap kir.

Bîrnebûn kovareka çarmehane ye û di vê hejmarê da cih daye nivîsên wekî gotar, hevpeyvîn, çîrok, helbest û hin cureyên din.

Li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatolyaya Navîn gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.

Kovara Bîrnebûnê 27 sal in weşana xwe didomîne.

Hejmara dawî vê carê bi mijareke taybet çap bû.

Berpirsê kovarê, weşanger Alî Çîftçî, di nivîsa xwe ya destpêkê de got:

“Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê Kurd, humanîst, rêzdar Olof G. Tandberg ji wî re veqetand. 

Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînaviyayê ji bo Kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber nasandina pirsgirêka Kurdan û piştgiriya doza Kurdan a ji bo azadiyê.

Olof G. Tandberg hem têkiliyên xwe yên navneteweyî û hem jî yên Swêde ji bo Kurdan bi kar aniye.

Gotinên wî di qada neteweyî û navneteweyî de, di nav akademîsyen û kesên humanîst de xwediyê rûmet û qedirekî bilind bûn.”

Kovara Bîrnebûnê

Komek rewşenbîrên Kurdên Anatolyaya Navîn ên li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kir û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe.

Kovarê, piştî hejmara duyemîn di bin Weşanxaneya APECê de li Swêdê dest bi weşanê kir.

Bîrnebûn bi sernava “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê Kurdên Anatolyayê de gelek çavkanî weşandin.

Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser Kurdên Anatolyayê cih digirin.

Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê de li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin.

Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cih girt û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amade kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst