Pervîn Chakar konseran li dar dixe: Dê cara yekem li bajarê xwe konserê bide

Hewlêr (Rûdaw) – Sopranoya Kurd Pervîn Chakar dê li Riha, Wan, Amed û cara yekem jî li bajarê xwe Mêrdînê konseran bide.

Biryar e hunermenda navdar a Kurd Pervîn Chakar li Riha, Wan, Amedê û bajarê xwe Mêrdinê konseran li dar bixe.

Konsera Chakarê ya li Rihayê dê 5ê Çiriya Pêşîn saet 20:00an li AVM City pêk were.

Konsera li bajarê Wanê jî dê 6ê Çiriya Pêşîn saet 19:00an li Navenda Hunerê ya Cengîz Andîç were lidarxistin.

Biletên konsera Amedê hemû hatin firotin

Konsera li Amedê dê 7 Çiriya Pêşîn saet 20:30an li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoçî pêk were.

Pervîn Chakarê ji Rûdawê re da zanîn ku bilêtên konsera Amedê hemû hatine firtotin bi vê boneyê spasiya xwe ji bo kesên eleqe nîşan dane pêşkeş kir.

Herwiha biryar e Chakar li bajarê xwe Mêrdînê jî 8ê Çiriya Pêşîn jî saet 20:00an li Otela Yay Grandê konserekê bide û bi hezkiriyên xwe re bicive.

Pervîn Chakara bi eslê xwe ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, berê niha li Nisêbîn, Êlih û Amedê konser dane  lê dê cara yekem li bajarê xwe Mêrdîn û li Rihayê konserê bide.

Paolo Vila û Ertan Tekîn dê bi Pervîn Chakar re bin

Piyanîstê Îtalyayî Paolo Vila û hunermendê bilûrê Ertan Tekîn dê di konseran de bi Pervîn Chakar re bin.

Sopranaya Kurd herwiha ji Rûdawê diyar kir ku ew dixwaze li çend bajarên din ê Bakurê Kurdistanê bi taybetî li bajarê Şirnexê jî konsertekê bide.

Pervîn Chakar kî ye?

Di sala 1981ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin chakarê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Agahiyên dem û biletên konseran:

Riha

Di 5ê Çirya Pêşîn de li navenda bazarê ya Rihayê (AVM City), di seet 20:00an de. 

Ji bo kirîna biletan: https://biletinial.com/tr-tr/muzik/pervin-chakar-opera-resitali

Wan

Di 6ê Çirya Pêşîn de li navenda Hunerê ya Cengîz Andîç de. Di seet 19:00an de.

Ji bo kirîna biletan: https://biletinial.com/tr-tr/muzik/pervin-chakar-opera-resitali

Amed

Di 7ê Çirya Pêşîn de li Navenda Çandê û Kongreyê ya Sezai Karakoç a Amedê, di seet 20:00an de.

Bilet qediyan e.

Mêrdîn

Di 8ê Çirya Pêşîn de li Otela Yay Grandê, di seet 20:00an de.

Ji bo kirîna biletê: https://www.biletix.com/performance/2GP41/001/TURKIYE/tr