Galeriya wêneyan

16-09-2017
18 Photos
RÛDAW

Merîwan (Rûdaw) –Danzdehemîn Festîvala Şanoya Ser Cadeyan a Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê bi xelatkirina komên beşdarbûna bidawî bû.

Danzdehemîn Festîvala Şanoya Ser Cadeyan a Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê 400 hunermendên şanoger beşdarî kirin

 Di festîvala îsal de, 42 komên navxweyî yên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha komên ji 8 welatên cîhanê beşdar bûn.

Festîvala îsal berfirehtir ji festîvalên salên bihorî birêve çû û 400 şanoger di çarçoveya 36 komên navxweyî yên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, 6 komên cîhanî beşdarî têde kirine, ku yek ji wan komek ji Başûrê Kurdistanê ye.

Festîvala Şanoya Ser Cadeyan a Merîwanê ji sala 2004ê ve di dawiya Havîna her salekê de birêve diçe. Merîwan weke paytextê Şanoya Ser Cadeyan tê naskirin.

Merîwan bajarekî Rojhilatê Kurdistanê yê ser bi parêzgeha Sineyê ye, ku dikeve ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.