Li Wanê bi kelamên dengbêjan fuar vedibe

16-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Li Wanê bi beşdarbûna dengbêjan Fuara Geştûguzarê 18ê îlonê tê vekirin.

 

Suleyman Guler rayedarê Asya Fuarê ji Rûdawê re got, ji nava Tirkiyeyê gelek şîrket û her wiha ji Herêma Kurdistanê, Îran, Ermenîstan û Gurcistanê jî gelek fîrma dê beşdarê fuarê bibin.

 

Guler got, ew dixwazin bi rêya vê fuarê hemû rengên herêmê li Wanê bînin ba hev û da zanîn ku yekem car e di fuareke navneteweyî de dengbêj jî cih bigrin.

 

Di fuarê de pêşbirk, peşandan û raxistekên cur bi cur hene û her wiha îllizyonist Riza Esadyan jî dê derkeve ser dikê û hunerê xwe nîşan bide.

 

Fuar navbera 18 – 21ê îlona 2014ê dê were lidarxistin û tê payîn ku 70 fîrma beşdarî fuarê bibin.





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst