Hunermenda Japonî straneke Seîd Yûsif kir klîp

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Japonî Erika Oyda strana hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yûsif a binaê "Çawa tu herî”  got û jê re klîbek amade kir.

Hunermenda Japonî Erika Oyda ku fêrî Kurdî bûye û li ser kanala xwe ya Youtubê dersên Kurdî û Japonî dide beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa projeyên xwe kir.

Erika Oyda diyar kir ku ew li Zanîngeha Tokyoyê fêrî zimanê kurdî bûye û ew bi mamosteyê xwe re projeyên bi kurdî amade dike.

Oyda da xuyakirin ku fêrbûna zimanê kurdî zehmet  e, nemaze bilêvkirina Kurdî û got ku  ew 2 sal in hewl dide ku fêrî kurdî bibe û ew bi hevalên xwe yên Kurd ên li Tokyoyê dijîn re behsa muzîk û çanda kurdî dikin.

Hunermenda Japonî da zanîn ku wê piştî ku bi hevalekî xwe re strana Seîd Yûsif a bi navê "Çawa tu herî" guhdar kiriye û dûv re jî biryar daye ku wê stranê ew bixwe jî bibêje.

Oyda eşkere kir ku ew gelek caran guhdariya muzika Kurdî dike û dixwaze hinek stranên din ên Kurdî bibêje û got ku  wê klîp li herêma navdar a Tokyo Shibuya Asakusa tomar kiriye.

Oyda, diyar kir ku wê li hunermendên kurd ên wekî Mem Ararat, Ciwan Haco, Seyda Perinçek û Rojda guhdarî kiriye û got ku ew dixwaze di pêşerojê de bêtir stranên kurdî bibêje, û ew niha fêrî tembûrê dibe.

Erika Oyda herwi da zanîn ku ew carekê hatiye Herêma Kurdistanê û li bajarên Helebce, Silêmanî, Hewlêr, Amedî û Dihokê geryay ye û wê ji mêvanperweriya kurdan gelek hez kiriye.

Oyda herwiha destnîşan kir ku ew dê restoranteke xwarinên Kurdî veke.