Nivîskar Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe de behsa têgeha şer dike

16-08-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe ya bi navê “Edebiyata Devkî û Şer” de de behsa têgeha şer dike.

Di edebîyata Kurdan ya devkî de, şer cihekî taybet digire. Ne tenê di edebîyata Kurdan de lê belê di edebîyata dinyayê de jî, mijara şer gelekî bi berfirehî hatiye pêşkêşkirin.

Şer, beşek ji kultura civakan e. Baş dîyar e ku di hemû warên hunerî de şer, wekî mijareke xweser di hemû civakan de derketiye pêşberî mirovan. Di helbest, romanan, fîlm, wênesazîyê û hwd. de her gav mirov pêrgî mijara şer dibe.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî, di pirtûka “Edebiyata Devkî û Şer” di Gulana îsla de hate çapkkirin û belavkirin bi tevahî li ser têgeha şer radiweste, teorîyan li ser pêşkêş dike û bi dû re jî wan dîtinan li ser edebîyata Kurdan ya devkî dide sêpandin.

Şerefxan Cizîrî, bi mînakên şênber dengbêjîya şeran radixe ber çavan, mînakên balkêş ji edebîyata Kurdan ya devkî pêşkêşi xwendevanan dike.

Di berhama Cizîrî de behsa destana Çeleng Evdal, şerê di navbêna Kurdên Ezidî û Kurdên Misliman, şerê di navbera Kurd û Ereban de  de tê kirin û bi formateke şênber malkambaxîya şerê navxweyî tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst