Pervîn Çakar: Ez minetê nakim lê daxwaza piştgiriyê dikim

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar ku berî niha ragihandibû wê dest ji muzîka Kurdî berdaye, hunermendên Kurd ên ku di nav belengaziyê de koça dawî kirine bi bîr xist û got: “Pervîn minetê nake, lê daxwaze piştgiriyê dike. Heta hûn min bi tenê nehêlin ez dê li ser muzîka Kurdî berdewam bim.”

Sopranoya navdar a Kurd Pervîn Çakar berî niha diyar kiribû ku ew dixwaze giraniya xwe bide ser pîşeya xwe ya sereke operayê û dabû zanîn ku wê dest ji muzîka Kurdî berdaye.

Pervîn Çakar nerazîbûn li hemberî tiştên ku li ser wê hatine nivîsandin nîşan da û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyeke nû da.

Hunermeda Kurd dipirse “Dema Pervîn Çakar muzîka kurdî çêbike dê piştgirî bê dayîn?” wiha bersiva tiştên ku li ser wê hatine nivîsandin dide: “Madem ku hûn pir bertekan nîşan didin û gelek tiştan dinivîsin û xêz dikin... Min piyanoya xwe ya dawî ji bo muzîka Kurdî firot û qet dilgiran nebûm. Ji ber ku ew strana Newrozê dê di Newrozê de bihata belavkirin û min dê pêşkêşî guhdarvanên xwe bikira û wisa jî bû.

Tekane pîşeyan min çêkirina muzîkê ye. Ez rastî wan kesan hatim ku dibêjin here karê garsonan an jî dezgehdariyê bike. Min di dema xwe de ew kar jî kirine lê dîsa jî ez aciz nebûm. Min bi piştgirên xwe yên Patreon û piştgiriya Ada Muzîkê û hewildanên xwe albûm û single derxistin. Ez serbilind im.

Eger piştgirya hunermendan neyê kirin û bi tenê bêne hiştin ew dimirin. Dibêjin bi nanê zik bijî. Dibêjin keviran bixwen. Ji ber vê yekê hemû hunermendên Kurd birçî, belengaz an jî ji ber pençeşêrê mirin. Ma hûn jê kêfxweş in? Jixwe gelek hunermend hatine jibîrkirin. Gelek bi tenê man. Û peyva 'minetî' ji devê we kêm nabe. Na ezbenî, ya ku ez jê re minetdar bim hunera Kurdî ye û ew mirovên ku ji bo vê yekê ji me re bûne ronahî.

Pervîn minetê nake, lê daxwaze piştgiriyê dike. Ew dixwaze ku guhdarvan wê yên piştevan û piştgirên wê hebin. Heta hûn min bi tenê nehêlin ez dê li ser muzîka Kurdî berdewam bim.”