Lana Zengene bi riya Rûdawê klîbeke nû belav kir

16-06-2018
Darbaz Younis
Lana Zengene
Lana Zengene
Nîşan Lana Zengene Klîb Hunermend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Stranbêja Kurd Lana Zengene di yekemîn roja Cejna Remezanê de bi riya Tora Medyaya Rûdawê straneke bi navê “Ciwaniya Te” belav kir.

 

Lana Zengene ji Rûedawê re got: “Dixwazim spasiya hemû kesan bikim, ku di vê berhema min a nû de hevkariya min kirin.”

 

Gotinên strana Ciwaniya Te ji aliyê Hêmin Hemîd ve hatiye nivîsandin û awaza wê ya Agirîn Dilşad e û herwiha karê mûzîkê jî ji aliyê Rênas Kurd eve hatiye çêkirin.

 

Lana Zengene xwediyê çendîn klîb û stranan e, par bi klîba xwe ya bi navê “Çopiya Te”navdar bû, ku ev stran berhemeke hunermend Nûrî Germiyanî bû û wê nû kiribû.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst