Rewşa Xelîl Xemgîn ber bi başbûnê ve diçe

16-05-2021
RÛDAW
Nîşan Xelîl Xemgîn Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn ku ev 8 roj in li bajarê Kolnê yê Almanyayê di nexweşxaneyê de ye, xetera ku li ser jiyana wî hebû, derbas bû û niha rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe.

Hunermend Xelîl Xemgîn bi giranî bi coronayê ketiye û vîrusê xetiriyeke mezin li ser jiyana wî çêkiribû û demekê ji ser hişê xwe çûbû.

Helbestvanê Kurd Hekîm Sefkan ji Rûdawê re got, ew ji nêzîk ve rewşa hunermend Xelîl Xemgîn dişopîne, niha baş e û êdî di vê demê de xetera ku li ser jiyana wî hebû nema ye.

Herwiha Xelîl Xemgîn bixwe jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê rewşa xwe de got: “Îro dikarim peyamên we bibersivînim. Tiliyên min êdî , edî dikarin bilivin… Birêzdarî we hemiyan sipas dikim. Zanim min dilê we êşand. Ez baş dibim, merheleya metirsîdar min derbas kir. Rêz û silavên ji dil.”

Xelîl Xemgîn, yek ji hunermendên Kurd yê naskirî ye, xelkê Efrînê ye, bavê 2 keçan e  û ev bêhtirî 30 salan e li Almanya dijî, gelek berhemên hunerî pêşkêş kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst