Hunermend Kawa vedgere Amedê

16-05-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermednê Kurd, Kawa ragihand ku ew dê verge Amedê li Bakurê Kurdistanê û niha xwe ji bo Newroza sala 2015an li Amedê amade dike.

Hunermend Kawa di daxuyniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Di van rojan de karê amadekirina 2 vîdyo klîp an bo her du stranên Azad û Jinên Azad ji alboma min ya nû bidawî tên.”

Alboma dawî ya hunermedn Kawa bi navê “Rojava” bû.

Herwiha Kawa da zanîn ku: “Piştî 18 salan dûrî ji zêda bav û bapîrê min, ez biniyazim Newroza sala 2015an li Amedê bikin, lewm ji niha de ez xwe ji bo wê rojê amade dikim.”

Ev 18 salin ku hunermend Kawa ji Amedê derketiye û nikare vegerê zêda bav û kalên xwe ji ber ku fermana girtinê di derheqê wî de derketiye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst