Tara Mamedova klîbeke nû belav kir: Sîno

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova klîba strana xwe ya nû ya bi navê “Sîno” belav kir.

Tara Mamedova strana xwe li ser hêz û azadiya jinan çêkiriye li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê belav kir û weke klîb jî hat weşandin.

Gotinên stranê Tara Mamedova bi xwe nivîsandine û herwiha awaza stranê jî ji aliyê wê ve hatiye çêkirin û karê aranjoriyê jî Mehehan Dede kiriye û hunermendên naskirî yên weke Zelal Gokçe, Hîvda Gokel û Kivilcim Yilmaz bi dengên xwe di stranê de beşdarî kirine. Herwiha karê derhêneriya klîbê Melodî Tozum kiriye.

Tara Memedova ku bû mêvana Rûdawê diyar kir ku "Sîno" ew karekrek e ku xwediyê hişmendiya paşverû ye û her roj dibe sedema kûştina hêviyên jinan û wiha got: “Sîno karekterekî ku bi hezaran sal e di jiyana me de ye, li malê, li derve, li ser kar, timî me bêzar dike, hêza me ji destê me distîne, me bêmoral dike, derûniya mêrê paşverû vedibêje.

Mamedova, anî ziman ku mirov dikare di her beşê jiyanê de "Sîno" weke karekterekî mêr ku bi derewên xwe jinan dixapîne bibîne û wiha pê de çû: “Em wek jin carnan vê tengasiya di serê xwe de bi awayekî melankolîk, tal û carna jî şîrîn tînin ziman. Min tercîh kir ku ez vê karakterê, bi hinekî îronîk, bi zimanekî şîrîn û sade vebêjim.”

Mamedova da zanîn ku klîp di nava mehekê de hatiye kişandin û got ku wê bi xwe xemlên dîmenên di klîpê de amade kirine û ev klîp li Stenbolê hatiye kişandin.

Derbarê xebatên xwe yên paşerojê de jî Tara Mamadova agahî dan û diyar kir ku ew li ser klîba nû ya bi navê 'Spîndar' dixebite ku çîrokeke mezin li pişt wê heye.

Mamedova her wiha eşkere kir ku di sala 2023an de çend plansaziyên wê hene. Hunermenda ku plan dike di meha Sibatê de li Stenbolê konsera yekem a sala 2023an li dar bixe, dê ji meha Gulanê û pê ve li parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî derkeve ser dikê.

Di daxuyaniyê de ya ku ji bo medyaya hatiye amadekirin de jî Mamedva wiha behsa strana xwe dike: “Dinya weke ku ketiye nava bîreke bêserûber şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aboriyê krîzên ekolojiyê, hişmendiya paşverû ku her roj dibe sedema kûştina hêviyên  mirovan. Em hesreta hêviyeke biçûk in ku me ew dît em wê dişopînin û bernadin. Di vê serdema ku bi hêvî û xeyalên me tê lîstin, divê ku em bêtir xwe bispêrin xwe û hewl bidin terekî hestên xwe bînin ziman, bêjin û bidin bihîstin. Me ji we re çîrokeke weha amade kir. Bi klîbeke têr rengîn û şên ku em bi mehan li ser xebitîn me xwest bi awayek û zimanekî cuda ramanên xwe bînin pêşberî we.”

Tara Mamedova kî ye?

Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Qirgizistanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye. Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratov ya Rûsya dike. Heta sala 1999an li Saratovê dijî. Destpêka salên 2000an ji bo dersên dans, Şano û muzîkê diçe bajarê Moskova û Yaroslavl.

Malbata Tara Mamedova sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye.  Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya  mamoste,  Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê. Dayika wê jî, di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê.

Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe  guhdar dikir, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gellek kûrsên hunerî dibe. Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransa.

Di sala 2008an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerdê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî. Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, weke muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sedsalan berê jê koç kiribû . Di sala 2005’an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ax”ê diweşîne. Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar tîne. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê zazakî jî li repertûra xwe zêde dike.

Mamedova  di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cuda cuda distrê. Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.