Gulîstan Perwer: Pêşmerge bi stranên me şer dikir
Beşa Şeşem
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de guftûgoyeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybetî, ya hunerî û siyasî vedibêje.
Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.
Di beşa pêncemîn de Gulîstan Perwer qala çûna xwe ya Almanyayê, zewaca xwe ya li gel hunermendê navdar Şivan Perwer û herwiha şêweyê destpêkê ya jiyana xwe ya li dûrê Kurdistanê kiribû.
Di vê beşê de hunermenda Kurd behsa avakirina komeke hunerî dike, ku vê komê bi awayeke xwebexş kar kiriye. Ew dibêje wan bi hest û hizreke şoreşgerî kar kiriye, jiyana wan a taybetî nebûye lê pir kêfxweş bûne, ku xebata wan di Kurdistanê û herwiha li Ewropayê deng vedaye. Gulîstan di vê navberê de yekemîn albûma xwe jî derxistiye û belav kiriye.
Di beşa din de em li cihekî bi kelecan mabûn. Te behsa yekemîn ezmûna xwe ya derketina ser dikê kiribû. Tegotibû, ku di konsertekî de li bajarê Axinê li derveyî bernameyê mamoste Şivan tu vexwendibûyî ser dikê. Wê kêliyê dest û lingên te recifî bûn. Te çawa xwe gihande ser dike?
Ew kêlî nayê bîra min. Hew min dît dinya reş bû û ser serê min tarî bû û ez gêj bûm. Lê neçar bûm herin ser dikê. Millet rabibû ser piyan û li çepikan didan.
Di salonê de hezar kes hebûn?
Belê hebûn. Tev de ji min re çepikan dixistin û ew yekemîn car bû ku ez derdiketime pêşberî xelkê û min stran gotin. Bi edaya mîlîtanekî derketim û bê tirs û guman min axivî. Stran hinekî ji bo min zehmet bû. Min ji wan re got, ku ez ji Kurdistanê hatime û min dest bi propagandayê kir. Gelek keyfa xelkê hat. Min bi zimanekî kurmancî yê zelal û xweş axivî. Keçikekê şîrîn, bi cilên kurdî bûm û destmala şoreşger û pêşmergeyan li ser milên min bû. Wê gavê Şivan dest bi strana “Lê Dotmam” kir û di stranê de got, “em rûreş in”. Min jî got, “rûyê me ne reş e, destê hemû dotmaman di destê pismaman de ye û emê Kurdistanê bikin dewlet. Çar parçeyên Kurdistanê wê bibin yek!”
Me dest bi stranan kir û millet pir bi coş û xiroş bû. Nedizanîn ka ev çi ye, xewn e û rastî ye. Jin û mêrek derketiye pêşberî wan, bi dengê xweş û mûzîkeke nû, kurdperwer, behsa Kurd û Kurdistanê û zimanê kurdî dikin.
Te kîjan stran got?
Min “Kurdistan ey Kurdistan” got.
Gotinên stranê te jiber kiribû?
Erê, her ku ez û şivan dihatine cem hev, wî digot, “dê dodmam, em vê stranê jiber bikin.” Me stranên “Kurdistan ey Kurdistan”, “Welat çiqas xweş û rind e” û “Gelî xwîşkan werin” û gelek stranên şoreşgerî jiber kiribû.
Tev jî stranên şoreşgerî bûn?
Erê. Di konsertê de Şivan destê min girt û me bi hevre got; “Welat çiqas xweş û rind e, keçikê lê lê, mirov tê de serbilind e, delalê lê lê.” Xelk tev de li ser piyan bû û pir bi kelecan bûn. Şivan li wir ji xelkê re got, ku piştî 2 heftiyan emê daweta xwe bikin.
We li wir xelk vexwende daweta xwe?
Belê, Şivan got, hûn hemû vexwendiyê daweta me ne. Piştî konsertê Şivan ji min re got, “Te dît dotmam ka çawa millet ji me hez kir? Eger tu stranan bêjî emê şoreşekî çêbikin. Te dît ka gel çawa ji te hez kir? Çawa sekinandina min û te ya li ser dikê bi dilê wan bû. Li cem min be û hêzê bide min.” Min jî got, “bila, ez êdî li gel te me.” Piştî dawetê me kaseta min a yekemîn derxist.
We çawa amadekariyên wê kasetê kirin? Ji bilî te û mamoste Şivan, kî li cem we bû, di gotin û çêkirina mûzîkê de kî alîkarî da we. We li ku derê tomar kir?
Pirsekî pir xweş bû. Li bajarê Boxumê grûbeke me hebû. Birayê hunermend Ciwan Haco, Nayif Haco, Berzan Haco, pizîşk Husnî Haco, Rûstem Haco, ew jî li Zanîngeha Boxumê xwendekar bû. Wan alîkarî dane me. Ji bo karê mûzîkê hola Zanîngeha Boxumê dane me. Ew kesên ez behsa wan dikim û Nayif jî dildarê PKKê bûn. Lê Rûstem pir hezkiriyê siyasetê nebû. Kesekî bi navê Farûk Aslan hebû, ku ji Maladabî bû û li Almanya dima û ew jî dihate xebatan. Gelek kesên din jî hebûn, ku niha navên wan nayê bîra min.
Wan li enstûmenan dijeniyan?
Belê, hemûyan enstûmen dijeniyan, mûzîk jî çêdikirin, gotin û teks amade dikirin. Ew hunermend bûn lê stran nedigotin. Beriya min Şivan ev grûb tev de nas dikir. Paşî hunermend Zozan, ku di Koma Berxwedan de bû, hevjînê wê Îsmaîl, tiyê wê Çiya jî hatine grûba me.
We êdî weke grûb kar dikir, ma ne we ye?
Erê, em grûb bûn. Gelek kesên din jî di grûba me de hebûn û me bi hevre kar dikir lê niha navên wan nayên bîra min. Ma nevê rûba xwe kir “Koma Nîştîman”. Ji Kurdistanê Ciwan Haco hat lê wî çend mehan bi me re kar kir û paşî revî (dikene). Bi me re îdare nekir.
Karê we nekete serê wî…
Ciwan got, “Yabo hûn weke dîndaran in. Mirov nikare di nava we de bîrayekî jî vexwe.” Me digot alkol qedexe ye. Kes nikare here cihê ahengên mîna dîsko-mîskoyê. Me destwerdana jiyana xelkê dikir. Çawa oldar nimêj û nizgeftê ferz dikin, me jî hemû tiştek wiha ferz kiribû. Hemû tişt xebat bû. Ciwan haco jî lewma tehemûl nekir û revî çû. Paşî Seyîdxan û Xemgîn Bîrhat hatin. Di nava koma me de grûba govendê jî hebû ji bo şahiyan. Di komê de Şivan li tembûrê, Farûq li orgê dixistin. Ev kom hate Kolnê û me bi pare stûdyoyek girt. Wê demê her demjimêrekî stûdyoyê 10 an jî 15 mark bû. Me di şev û ahengan de pare komkiribû. Bi vî awayî me kaseta min a yekemîn tomar kir. Herwiha kaseta Şivan a “Kîne Em” jî wê demê hate tomar kirin.
Ji bo perwerdekirina deng te ti kar û xebatek kir?
Di dirêjahiya 3 mehan de her roj min bi wê grûbê re prova kir û stran gotin.
Gotin û stran we çawa amade dikir?
Min gotina çend stranan ji Wêranşarê bi xwe re anîbû. Ne stranên folklorî bûn me bi xwe çêkiribû. Tev yên şoreşgerî bûn. Şivan jî 3-4 stan dane min da ez bêjim. Bi vî awayî me kaseteke tejî çêkir. Mûsikê jî hemû grûbê bi hevre çêkir. Ew yekemîn car bû, ku min stûdyo didît. Ez xistime nav odeyekî, hemû amêrên elektronîkî. Ji min re gotin, li ber vê mîkrofonê raweste û stranan bêje, emê jî ji te re mûzîkê bijenin. Bawer bike, min di nava seet û nîvekê de 12 stran gotin.
We bi vî awayî tomar kir?
Erê. Wan dijeniya û min jî digot. Ne mîna niha ye. Niha divê tu kemanê cuda bijenî, wate trakek keman, trakek tembûr û yek def, hemûyan bi cihê lêxî û tomar bikî û paşî bigrî serhev. Wê demê hemû bi hevre bûn. Me nedizanî ka detone çi ye. Tenê me dizanî ku ruhê me germ e. Ez çûme ber mîkrofonê û Kurdistan hate bîra min, li ser hev min 12 stranên xwe gotin û ez derketim.
Hew bû, xilas…
Belê xilas, wiha bû, kaseta min a yekemîn wiha hate tomarkirin.
Kaseta yekemîn bi kîjan navê derketibû? Kurdistan ey Kurdistan?
Na. Bi navê Gulîstan, Koma Nîştîman derketibû. Niha dema ez dengê xwe yê wê demê guhdar dikim, ji xwe re dibêjim ez çûme şer, di şer de bûme, ne ku ez stanan dibêjim. Wê demê me giringî zêde ne dida aliyê hunerî, ya giring bo me peyam bû.
Kaseta te çawa deng veda? Weke mînak dibêjin piştî hingî xelkê li Kurdistanê wêneyên te û yên Şivan bi morikan çêkirine û dîwaran ve kirine. Bi taybetî li Kobanî, herwiha li hinek deverên Bakûrê Kurdistanê jî. Navên we li zarokên xwe dikirin. We ev tişt dibihîst?
Kaseta min û Şivan weke bombeyekî deng veda. Teqîneke mezin çêkir lê ev yek ji min re nebû xirûr û pozbilindî, qaşo va ez bûme hunermend. Me got, vaye me peyama xwe gihande Kurdan û me pişta Tirk, Ereb û Farsan danî erdê. Bo me ya giring jî ew bû. Wê demê ji min re bigotana a niha here serê çiyê ezê biçûma. Ji min re ne giring bû ka min çi kiriye, çi gotiye û ez çi me. Mesele ew bû, ku peyama me çû û gihişt. Paşî ji Rojhilatê Kurdistanê gelê me dihat û ji me re digot, pêşmerge bi mûzîka we diçe şerê pasdaren Îranê dike. Wê demê PKKê hîn dest bi şerê çekdarî nekiribû. Wê demê me Mele Mistefayê nemir nas dikir. Ji me re digotin, pêşmergeyên Mele Mistefa bi mûzîk û dengê we çalakî kirine. Em ji kefya dîn dibûn. Kurdistan dê bi dengê me rizgar bibe. Tu zanî ev tê çi wateyê û çi şanazî û serbilindiyeke mezin e? Pêşmerge bi dengê me şer dikir. Li Başûr û Rojhilat wiha digotin. Ev ji bo me tiştekî pir mezin bû. Ev agahî ji me re dihatin.
Agahî çawa digihiştine we?
Xelk bixwe dihat û ji me re kaset û dengên Radyoya Kurdistanê dianîn. Digot, “Ev der Dengê Pêşmergeyên Kurdistanê ye!” Paşî dengê strana me ya “Welat çiqas xweş û rind e” dihat û dengê çek û keleşên pêşmergeyan. Ji kefy û şahiya min digot; “Şivan Kurdistan dê rizgar bibe, azad bibe. Ka em stranên xweştir çêbikin.”
Ev ji we re jî dibû hêz…
Gelek, gelek.
Kaseta we gihişte welat û belav bû?
Ez bawer nakim, ku li Kurdistanê kesek mabe dengê Gulîstan û Şivan nebihîstibe. Li hemû cografyaya ku Kurd lê dijîn, dengê me belav bû.
Wê demê kopiya kasetan digihişt Kurdistanê?
Ji bo me ne pirsgirêk bû ka bi kopî an jî orjînal digihe. Em ne di xema wê de bûn. Xema me ew bû ku peyama me bigihe Kurdan.
Pare jî nedidane we ji bo kasetê?
Me di aheng û şevan de kaset difirot ji bo xebata me ya Ewropayê. Xelkê ji Ewropayê kasetên orjînal dibirin û li Kurdistanê kopiyên wan derdixistin û belav dikirin. Bi milyonan kopî dihate belavkirin. Lê keyfa me dihat. Tenê bila peyama me bigihe gelê me. Wê demê li Başûr û Rojhilat şer hebû û pêşmergeyan bi dengê me şer dikir. Niha ji pêşmergeyan bipirsin ka di salên 1979 û 80yan de bi dengê kî şer dikirin. Dê bêjin Gulîstan û Şivan.
Kaseta yekemîn te kengî derxist?
Dawiya sala 1978ê bû.
Wê demê hîn kurê te Serxwebûn ji dayik ne bibû?
Na. Serxwebûn hîn nebibû.
Piştî hingî karê we jî zêdetir bû, ma ne we ye?
Em rojekê jî di mal de nediman. Otomobîleke me hebû, mînîbûsa karkerekî bû dabû me. Ez bawer dikim hema bi hezar markan kirîbû. Ji xwe tenê tekerên wê hebûn, xurde bû. Koma me lê siwar dibû, em ji Kolnê diçûne Berlînê. Hizir bike çend kilometer dûr e.
5-6 seet dûr e…
Lê em bi 10 seetan bi wê otomobîlê diçûn. Em diçûne malên karkeran. Wê demê çûna otêl motelan nebûn, em diçûne malên hevalên xwe. Em diçûne malên wan û me şorbe û seleteyek çêdikir, hemû hevalên komê ew xwarin dixwar. Pare tune bû em herin li restorantan xwarinê bixwin. Li ku derê cîh heba em li wir radizan, roja din diçûn me salon amade dikir û konsert sazdikir.
Wê demê bone çêdibûn, Newroz û boneyên din?
Me dest pê kiribû û ji bo boneyan konsert saz dikir. Dema millet dibîhîst ku Şivan û Gulîstan tên konsertan êdî weke moriyan kom dibûn. Şivan derdiket belavok dixwend. Ez, xwîşka Zozanê û çend keçên din me koroyek ava kiribû û me marşên şoreşgerî û kurdperwerî dixwendin.
Haya malbata te hebû ku te kaset derxistiye? Dema bihîstin çi gotibûn?
Xelkê kasetên me biribûn, gotibûn ev Şivan û Gulîstan in. Malbata min him ditirsiya û him jî piştî wê gotibûn êdî Gulîstan çû. Minre û bimîne, were îdamkirin jî em xwe tevlî nakin.
Piştî tu çûyî, peywendiyên we çêbûn?
Na peywendiyên min ên li gel malbatê qut bûn. Pirsa min jî nedikirin. Ji ber ez ketibûme nava meseleyên siyasî û şoreşgerî de, li hember min helwest wergirtibûn. Piştî çend salan dema kes ji Ewropayê diçûne welat, min bi riya wan agahî ji dayika xwe re dişand. Bavê min hê jî nedixwest kesên ji aliyê me ve çûne bibîne.
Atmosfera şahiyên me, germahiya xelkê û nîzkbûna wan ji we re çawa bû? We çawa dikarî wan konsertan birêkbixin. Kes hebûn ku di vî warî de alîkarî bide we yan hemû tiştek li ser pişta we bû?
Dilê min… li Ewropayê gel li hêviya vî tiştî bû. Niha hinek radibin tişteke din dibêjin lê ne wisa ye. Kurd bi xwe amade bûn, ew bixwe dihatin. Weke mînak, ji Berlînê telefon dikirin û digotin, em dixwazin şevan, konsert û semîneran çêbikin, hûn jî werin. Ji Hamburg, Bremen û hemû bajaran heman awayî bû, em yek û yek diçûne hemû bajaran. Weke min got, millet weke moriyan dihatin. Bi hezaran kes dihat temaşe û guhdariya me dikir.
Wan tişt amade dikir...
Em jî diçûn me alîkariya wan dikir. Ji ber vê grûbên din pir aciz dibûn.
Ji bilî we grûbên din ên Kurd hebûn?
Belê, KOMKAR, DDKD hebû û wan jî dixwest xebatekî bikin. Ji lewra pir aciz dibûn. Ji ber ku li tevahiya Ewropayê em bûne grûba yekemîn a pir dihate hezkirin. KOMKARê zêdetir şev birêxistin dikir, ez bixwe neçûme şevên wan. Şivan berî çûbû û digot ew zêdetir birêkxistin in, zêdetir bi naverok û nîzam im. Lê xelk zêdetir dihate şev û konsertên me.
Piraniya wan jî kesên karker bûn. Yên ji ber siyasetê hatibûne Ewropayê, piştî salên 1980 zêde bûn…
Belê. Gelek karkeran jî rastiya Kurdistanê hê nû li wir didîtin, Kurdî dibihîstin. Didîtin, ku jinekê Kurd bi cilên kurdî derdikeve pêşberî wan, stranan dibêje û behsa Kurdistanê dike. Weke şiyarbûna ji xewa mirinê bû.
Gel çi ji we re digot, dihatine cem we, bi we re diaxiviyan?
Dihatin, digiriyan, em himêz dikirin, bi me re wêne digirtin. Ji keyfa nedizanîn ka çi bikin. Digotin werin malên me emê xizmeta we bikin, em ji we hez dikin, we çi bivê em amade ne, jiyana me gorî we be.
Tu û Şivan hê jî di wê odeyê de diman? Jiyana we ya taybetî ne bi rêkûpêk bû?
Jiyana taybetî çibû? Eger yek ji me behsa jiyana taybet bikira eyb û şerm bû. Ji ber ku em goriyê Kurdistanê bûn û di xizmeta gel de bûn. Divê ev gel rabe ser xwe û erkê me jî ew e, ku ji bo vê armancê xebat bikin. Em ciwan bûn û nexweşî jî ne di xema me de bû. Niha ez hizra wan rojan dikim, rojekê ji rojan jî nexweş neketime, ne westiya me. Me zêde guh nedida ciwaniya cil û bergan jî. Tê bîra min, zivistanekî em çûne Berlînê lê cilên havînê li ber min bûn. Me pare ji bo cilan xerc ne dikir. Me pare kom dikir lê xerc nedikir. Wê demê karker çûn ji min re cilên zivistanê kirîn û gotin, ma te ne sar e, tu dê biqefilî.
Pareyên dihatine komkirin we didane kî?
Dogan dibir, hevalên PKKê dibirin lê bi wan pareyan sazî vedikirin. Li bajarê Kolnê, ew mala ku rojnameya Serxwebûn dihate derxistin, bi pareyên konsertên me hate kirê girtin. Rojnameya Serxwebûn yekemîn car wê demê derket, bi wan pareyan derket. Me ji bo komê otomobîlek kirî. Mesrefa hatin û çûnê jî jê dihate veqetandin. Lê Dogan digot, “pareyên din ez ji bo xebata li welat dişînim.”
Ma dilê we ji hev dima? Kesên di nava vê karê siyasî de ji hev ture dibûn? Di nava grûbên siyasî de bivê nevê hinek caran nêrînên cuda derdikevin. Di nava we de jî hebû ev tişt?
Ez ji bo te rastiyekê bêjim; em hemû weke yek can bûn, yek rih bûn. Birastî jî hezkirin û hevaltiya wê demê tiştekî pirr cuda bû. Ji xwe paşî min dît çiqas ev yek hatine guhertin. Dema grûbên nû yên îdeolojîk çêdibin, xwedî giyan û rihekî cuda ne. Te digot qey nefesa deh mirovan yek nefes e. Yan jî mejiyên me hemûyan weke hev kar dike. Ji ber ku ego û ezezî nîne û tu wê egoya xwe dikujî. Niha ez hizra wê yekê dikim ka sir û nehêniya me çi bû? Me ezeziya xwe kuştibû. Em tev ji bo armancekî konsantre bibûn. Di wir de şexs û kes nebû, tenê yek bawerî, yek armanc hebû. Tevde mîna yek bedenî hizir û kar dikirin.
Nivîs: Necmî Salih