Bavê wê nivîsand, wê jî awaz danî

Hewlêr (Rûdaw) - Keça hunermendê navdar Nasir Rezazî, Dilniya Rezazî, helbesteke bavê xwe kire stran.


Dilniya Rezazî ji Rûdawê re axivî û got ew di amadehiya çêkirina klîbekê ye bo vê awazê.


Keçika Nasir Rezazî û Merziye Ferîqî, beriya vê strana xwe, li hin xabatên din jî mohra xwe lêdabû.


Di sala 2005an de diya Dilniya çûbû ser dilovaniya Xwedê û Dilniya jî ji bo diya xwe stranekê gotibû û bi vê stranê bûbû navdar.


Her wiha albûma ku ji diya wê nîvco mabû temam kir û pêşkêşî hezkiriyên wê kiribû.