Nûrî Bîlge Ceylan beşdarî Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê dibe

15-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêncemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê ku bi sponseriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin, dê mêvandariya 143 fîlmên ji 35 welatan bike. Derhênerê navdar Nûrî Bîlge Ceylan jî di festîvalê de beşdarî dibe û dê "masterkursekê" birêve bibe.

Hemû amadekariyên Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê bi dawî bûne ku dê di navbera 17-23 Kanûnê de bê lidarxistin. Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya medyayî yê festîvalê dike.

Festîvala îsal dê mazûvaniya 143 fîlman ji 25 welatan bike û li salona Sînemaya Bajêr a li avahiya Hunerê ya Silêmaniyê tê lidarxistin.

Di festîvalê de dê 57 fîlmên Kurdî bêne nîşandan. Li gel van hemû fîlmên din jî dê bi jêrnivîsa Kurdî û Îngilîzî bên weşandin.

Berpirsê Ragihandinê yê Komîteya Amadekar a Festîvala Navdewletî ya Silêmaniyê, Şehên Sabir ji Rûdawê re ragihand ku derhênerê navdarê Tirkiyê Nûrî Bilge Ceylan jî dê beşdarî festîvalê bibe û di çarçoveya festîvalê de dê “masterklasekê” birêve bibe û perwerde dê bêpere be.

Kursa ku biryar e derhêner Nûrî Bîlge Ceylan birêve bibe, dê 19ê Kanûnê saet di 11:00 de dest pê bike.

Nûrî Bîlge Ceylan di sala 2018an de bi fîlma "Dara Hirmiya Çiya" beşdarî festîvala fîlman a Silêmaniyê bûbû.

Xelata "Sinobera Zêrîn" dê ji baştirîn fîlmê festîvalê re bê dayîn. Sinober ku sembola bajarê Silêmaniyê ye, dê bibe sembola xelata festîvalê jî.

Nûrî Bîlge Ceylan di 26 Çileya 1959an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji dayik bûye û derhêner, senarîst û wênegirê sînemayê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst