Pêşangeha Entîke û Hunerê: ‘Min rengên goreyên dayîka xwe avêtin ser tabloyan’

Duh li 11:08
Rawîn Stêrk
Pêşangeha Entîke û Huner/Wêne: Rûdaw Grafîk
Pêşangeha Entîke û Huner/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Pêşangeha Entîke û Hunerê Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Stenbolê Pêşangeha Entîke û Hunerê ya IAAFê tê lidarxistin û hunermendên Kurd jî beşdar bûn.

Yek ji çalakiyên mezin ên hunerî ku her sal di ajandaya deh hezaran hunerhezan de cih digire ango IAAF bi eleqeyeke zêde ya ji salên çûyî dest pê kir.

Bi hezaran objeyên entîke û berhemên hunerî yên ji beşên cihê di pêşangehê de tên nîşandan.

Ji zêdetirî 15 welatan hunermend û koleksiyoner jî di pêşengehê de beşdar in.

Hunermend Huseyîn Ozel li ser pêşangehê û hunerê got:

“Huner di jiyana mirov de xîtabî hestên gelekî girîng dike.

Nîgarkêşek dema berhemên xwe diafirîne ne tenê hestek di nava gelek hestan re derbas dibe heta digihê encamê.

Ji ber wê huner bi min gelekî bi qîmet e.

Di mijarên civakî de jî hunermend xwedî ramanekê dibe û ji ber wê divê huner her dem di jiyana me de hebe.

Bi min heger huner nebe jiyan jî nabe.”

Xwediya Galeriyê Gîzem Gunaçtiyê li ser kar û xebatên hunerî yên ku di pêşangehê de tên nîşandan anî ziman:

“Helbet gelek kes wekî aborî li hunerê dinêrin û bihayekî wê ye bazarê heye.

Ez bi xwe bêhtir cih didim xebatên cuda.

Ne ew ên ku têne zanîn lê bêhtir kes û hunera ku nayê zanîn ez derdixim pêş û cih didim wan.”

“Hunera min li ser jiyana jinan e”

Pêşangeha Entîke û Hunerê ya ku îsal 5emîn car tê lidarxistin ji bilî tablo, peyker, foto û çendîn cureyên din ên hunerî, entîkeyên giranbiha û koleksiyonên qesran jî li xwe digire.

Bi taybetî obje û amûrên mîrza û padîşahên Osmaniyan ku ji zêr in bala xelkê dikişînin.

Di nava wan bi sedan hunermendên beşdar de, kêm be jî hejmarek hunermendên Kurd jî bi berhemên xwe amade ne.

Hunermend Gulageş Çelîker jî bi karên xwe yên hunerî amade:

“Ez ji Bedlîsê, ji Tetwanê me. Piranî hunera min li ser jiyana jinan e.

Jiyana jinên ku tehdeyê di civakê de dibînin.

Ne tenê jinên Kurd hemû jinên cîhanê û astengiyên wan û barê li ser milê wan ez dixwazim bi zimanê hunerê derxim pêş û nîşanî civakê bidim.”

Hunermendê Kurd Şahîn Dûrî jî anî ziman:

“Ez Stenbolê resm dikim. Carinan Ewropa û welatê xwe xêz dikim.

Ez xelkê Wanê me. Dayîka min patîkan ango goreyên xweşik ên rîs çêdike.

Rojekê gore raxistibûn min lê nihêrî û min got dayê ji min re reng lazim in.

Wê nexşên goreyên xwe nîşanî min da, got kurê van rengan çêbike.

Dayîka min jî hunermendek e, goreyên delal çêdike.

Min rengên goreyên dayîka xwe avêtin ser tabloyên xwe.”

IAAF ango yek ji wan pêşengehên ku li ser asta cîhanê jî li ser navê Tirkiyeyê bi prestîj e, sala çûyî nêzîkî 40 hezar kes hewandibûn.

Îsal jî di wan 5 rojan de ku dê vekirîbe tê payîn ku zêdetirî 50 hezar kesî biçe serdana wê.

Peşengeha ku li ser 25 hezar metre sêgoşe hatiye danîn ji bo koleksiyonerên huner û entîkeyê jî rawestgeheke berhemdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst