Dema nîşandana ‘Ghost in the Shell’ diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediyê ciwantirîn çav Scarlett Johanisson di fîlmê sînemayî “Ghost in the Shell” de rola sereke wergirtiye.  Ghost in the Shell berhemek amerîkî ya nû ye tê plankirin ku Adara 2017ê were nîşandan.


Stêrka cîhanê Scarlett Johanisson di fîlma Ghost in the Shell di rola “Motoko” de ye.


Senaryoya fîlma navborî ji aliyê Jonathan Herman hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Rupert Sander dike.

 

Dîmenên fîlmê li Wellington û Zellandaya Nû hatine tomarkirin tê de teknîkên simemayî yên nû jî hatine bikaranîn.