‘Pûnga li Bajêr’ a Selîm Temo belav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nû ya nivîskar Selîm Temo ‘Pûnga li Bajêr’ belav bû. Ev berhema helbestan ji aliyê Weşanên Darayê ve hat amadekirin û çapkirin.

‘Pûnga li Bajêr’ ji du beş, 33 helbest û 80 rûpelan pêk tê û berg û sêwirîna pirtûkê ji aliyê Sadiq Hangul û karê edîtoriyê jî ji aliyê Cumhur Olmez ve hatiye kirin.

Di danasîna pirtûkê de tê gotin, ‘Pûnga li Bajêr’, di poetîkaya Temoyî de wek qonaxeka nû dixuye. Ramanên kesane, îmajên dîtbarî, bihîstyarî û hestyarî ji nav pirtûkê difurin. Bala mirovî dikêşe ku Temo li cografya û hestên zarokatî û ciwaniyê vedigere û ji wir dipeyive.”

‘Pûnga li Bajêr’ ku 5 sal piştî berhema din a Temo ‘Keştiya Bayê’ belav dibe, berî niha rêya pêş-sîparîşê hatibû lansekirin û li ser malperên pirtûkan û li pirtûkfiroşên Kurdî dikare bê peydakirin.