Zubeyde Bulut: Festîvala Silêmaniyê gelek bi çêjtir bû ji festîvalên din

15-10-2018
RÛDAW
Nîşan Zubeyde Bulut Sînemakar Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Xanima sînemakar a binavûdeng Zubeyde Bulut, ku bi eslê xwe Kurd e û li gel Gulşîfte Farahanî rola sereke dilîze di fîlma “Keçên Rojê” de, dibêje, ji bo min çêja Festîvala Silêmaniyê zêdetir bû ji festîvalên din.

 

Zubeydeya temenê wê 32 salî, ku ji temenê xwe yê 3 salî ve li Almanyayê dijî, xwendina şano li wî welatî temam kir û ev cara yekem e di fîlmeke sînemayê cih digire.  Ew dibêje: “Ez ne porzer û çavşîn im. Ji bo min her tim karkirina bi Kurdî gelek pîroztir e li Almanyayê. Ji ber ku Ez Kurd im û Kurdbûn di xwîna min de ye. Dikarim di fîlmeke Kurdî hêsnatir kar bikim wek li Almanyayê. Li beramberî vê yekê almaniyek nikare bi kêşeyên jineke Kurd têbigihê.”

 

Sînemakara Kurd di derbarê Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê de got: “Fîlma “Keçên Rojê” di festîvalên din de jî hebû. Lê Festîvala Silêmaniyê bo mib bi çêjtir bû ji festîvalên din. Ji ber ku di wan de xelkên navneteweyî hene û hest bi kêşeyên te nakin. Lê li vir Kurd di nav kêşeyan de dijîn. Ji bo wê yekê bi fîlma têdigihên û pêşwaziyeke germ lê dikin. Ev bo min hesteke xweş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst