Cezayê Îranê bo derhênerê kurd: 6 sal girtîgeh û 223 qamçî

Tehran (Rûdaw) -  Derhênerên kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Keywan Kerîmî ji ber maçkirina jinekê li ser cadeyê ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi 6 sal girtîgeh û 223 qamçiyan hat cezakirin.

 

Li gor agahiyan Rûdawê, liqa 28 a dadgeha şoreşa îslamî ya li Tehran paytextê Îranê I serokatiya dadwer ‘Mihemed Moqîse’, cezayê 6 sal girtîgeh û lêdana 223 qamçiyan ji derhênerê Rojhialtê Kurdistanê Keywan Kerîmî re birrî.

 

Hat zanîn, ku Keywan Kerîmî ji ber ku li ser cadeyê hevaleke xwe ya jin dibîne û rûyê hev maç dikin, hatiye tohmetbarkirin. Dadgeha Îranê ragihandiye, tawana Kerîmî, “bêrêzî bi pîroziyan û têkilya nerewa bi rêya destdan û maçkirinê” ye.

 

Derhênerê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Keywan Kerîmî îro 15ê Cotmehê di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de tohmetên ku dadgehê rûbirûyê wî kirine red kir û got: “Min fîlm derbarê hikûmeta, rewşa civakê, nivîsên li ser dîwaran û çîna karkerkan çê kiriye. Ewên ku li ser fîlmên min biryarê bidin, xelk in. Ez nizanim çi qewimiye ku ez wiha têm cezakirin.”

 

Parêzerê Keywan Kerîmî, Emîr Reyisiyan derbarê dosyaya wî de ji Rûdawê re ragihand: “Yek ji wan tohmetên ku arasteyê Kerîmî hatiye kirin bêrêzîkirin bi pîroziyan e ji ber ku wî xwestiye klîpekê şêbike, lê belê ji ber ku ligel aliyê hember negihştiye rêkevtinê, ew klîp çênekiriye, lê belê dadgeh wiha dibîne ku Kerîmî bêrêzî bermaber pîroziyan kiriye. Di demekê de ew klîp nehatiye çêkirin. Me jî li dadgehê ew yek gotiye ku di bingeh de ew kar nehatiye encamdan û nabe ku li ser karekê ku nehatiye kirin, kesek were cezakirin. Herwiha ew pêşniyara ku pêşkêşî Kerîmî hatiye kirin, ti têkilî bi bêrêzîkirin bi pîroziyan ve nîne.”

 

Li gor agahiyan Rûdawê, pêşniyara çêkirina klîpekê ji aliyê stranbêjê fras Şahîn Necefî pêşkêşî derhênerê kurd Keywan Kerîmî hatiye kirin, lê belê wê ew pêşniyar red kiriye.

 

Li gor gotina parêzer Emîr Reyisiyan, tohmetek din ku di dosyaya Keywan Kerîmî de amaje pê hatiye kirin, fîlma belgeyî ya Dîwar e.

 

Kerîmî di bareya wê fîlma xwe de ji Rûdawê re got: “Fîlma dîwar taybet e bi dîroka giravity yan dîwarnivîsiyê li Tehranê û ti pêwendiyek bi bêrzêîkirin bi pîroziyan ve nîne.”

 

Herwiha li gor gotina parêzer Emîr Reyisiayan, Derhênerê Rojhilatê Kurdistanê Keywan kerîmî bi tohmeta têkilya nerewa bi rêya maç, destdan ligel kesekê nemehrem, bi lêdana 223 qamçiyan û 6 sal girtîgeh hatiye cezakirin.

 

Keywan Kerîmî kî ye?

 

Keywan Kerîmî jidayikbûyê sala 1985an e. Li bajarê Bane yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye.

 

Fîlma “Sînorê Şikestî”, ku behsa rewşa kolberên kurd li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dike, fîlma “Jin û Mêr” ji nivîsîna nivîskarê Îtalyayî Îtalo Kalvino û fîlma belgeyî ya “Dîwar” ku behsa dîroka dîwarnivîsiyê li Tehranê dike, ji navdartirîn karên Keywan Kerîmî ne.

 

Kerîmî heya niha bi dehan xelatên navdewletî wergirtine.