9 pirtûkên Arjen Arî bi hev re hatin çapkirin

15-09-2019
Nîşan Arjên Arî Şêrgele Efendîno Ev Çiya Rûspî Ne Destana Kawa û Azhî Dehaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Sor 9 pirtûkên helbestvanê Kurd Arjen Arî wek ser bi hev re çap kir.

Weşanên Sor 9 pirtûkên Arjen Arî yên demên berê ji aliyê weşanên cuda ve hatibûn weşandin, di setekê de kom kir.

Reşo Ronahî yê nûnerê Weşanên Sor û yek ji edîtorên vê setê ragihand ku weke weşanxane wan bixwe cara ewil seta Arjen Arî amade kirine bo weşanê û bi vê yekê serbilind in.

Derbarê Arjên Arî de Ronahî got: “Arjen Arî bi helbesta xwe keleheke berxwedanê ye. Yê me jî, heta ji destê me tê em li vê mîrateya berxwedanê xwedî derdikevin. Me li ser navê wî ev çend sal in pêşbirka helbestan li dar dixist, niha jî me kitêbên wî bo weşanê amade kir, çap kir.”

Ronahî ragihand ku dê kitêb di fûara Amedê de bigihê ber destê xwîneran û bang li xwîneran kir “Yek jê merasîma xelatdanê ya pêşbirka ku em li ser navê wî li dar dixin, yek jê jî panelek derheqê helbesta Arjen Arî de, du bernameyên me hene bo wî di 5ê cotmehê de, li fûarê. Bila hemû xwînerên kurd kerem bikin û bên.”

Necla Arî ya xwişka Arjên Arî jî got: “Arjen Arî heta gava sax bû dixwest ku kitêbên xwe di bin banê Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê de kom bike. Niha xwesteka wî bi cî hat.”

Arjen Arî yê şair ê ku di sala 2012an de hêj di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir li dû xwe gelek berhem hiştin. Şairê Kurd xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Ev 9 dosye, Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ku di sala 2016an de bi biryarnameyeke di hukmê qanûnê de hate girtin jî tê de, ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatin çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.

Di nav vê setê de kitêbên bi navê “Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor” hene û cara ewil dê di navbera 28ê îlonê û 5ê cotmehê de, li Amedê, di pêşangeha kitêban a TUYAPê de bigihê ber destê xwîneran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst