Hozan Brader û stranbêj Dîna klipek belav kirin

‌Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Brader berhemeke nû ya hunerî belav kir û di wê berhema xwe de duetê li gel hunermenda ji Başûrê Kurdistanê Dîna dike. Stran behsa niştiman dike.

Klîba Hozan Birader û stranbêj Dîna ya bi navê “Warê Me” hat belavkirin.

Strana Warê Me, awaza wê ji aliyê Helkewt Zahîr ve hate çêkirin û teksta wê jî ji aliyê Akam Akreyî ve hate nivîsandin û mûzîka wê jî ji aliyê Yildan Erguzel ve hatiye rêkxistin.

Di vê berhema hunerî de çend dîmenên balkêş ên xwezaya Kurdistanê jî têne nîşandan ku dîmenên demsala biharê ne.

Biryar Fetah karê derhêneriyê bo vidyo klîpa `Warê Me` kiriye.