Li Amedê pêşangeha danasîna Dengê Jinên Mezopotamyayê hat lidarxistin

11 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Li Amedê pêşangeha danasîna Dengê Jinên Mezopotamyayê hat lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Li Amedê pêşangeha danasîna Dengê Jinên Mezopotamyayê hat lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dengê Jinên Mezopotamyayê Pêşangeh Amed Zeynep Yaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bernameyeka berfireh li ser danasîna “Dengê Jinên Mezopotamyayê” tê hat lidarxistin.

Lêkoler û nivîskar Zeynep Yaşê li Amedê pêşangeh, panel û danasîna dengbêjên jin li dar xist.

Zeynep Yaşê bi hevkariya saziya piştevaniya çandê ya Ewropayê CultureCIVICê jiyan û berhemên 32 dengbêjên jin ên ku li erdnîgariyên cûda cûda pişt daye muzîka Kurdî tomar kiriye û berhemên wan dîjîtalîze kiriye.

Armanca xebatê amadekirina arşîva jiyan û berhemên dengbêjên jin in.

Bername li Qesra Îskenderpaşa bi rê ve çû û herwaha pêşangeha ji wêne û jiyana wan dengbêjan pêk tê jî dê heta 3 rojan vekirîbe.

“Dengê jina dengbêj a herî kevin li Dîlokê hatiye qeydkirin”

Koordînatora projeyê Zeynep Yaşê ji Rûdawê re got:

Armanca me dîtina dengên jinên Kurd a dîrokê ye. Dengê dengbêja herî kevin ku niha dengê wê bi me re heye Nazlî xanim e ku di 1902an de li Dîlokê denge wê li Zincirliyê ji alîyê Felîxî Lûşin ve hatiye qeydkirin.

Qeyda me ya yekemîn ew e, ev mîrase ke.

Her jinek tene ne takekes jiyaye herwiha wekî civakek jî jiyane.

Wekî mîraseke paşxaneya milletekê jiya ye ku ev millet di çirewşê de bûye, bi taybet jî jinên Kurd ên hunermend wekî temsîliyeta wê paşxaneyê bi xwe re ragirtine.”

Xebat dê wekî pirtûk jî were weşandin

Tîma ku ji 10 kesan pêk hatiyee di salekê de proje gihandine encamê.

Di çarçoveya xebatê de dengbêjên jin ên ku di nav rûpelên dîrokeke nenivîsandî de bê xwedî mane û kêm dihatin zanîn bi hemû xalên xwe ve hatine nivîsîn.

Bi vî awayî  ji bo lêkoleran jêdereke zêrîn hatiye amadekirin. Lewra ev xebat dê wek pirtûk jî were weşandin.

“Di muzîka Kurdî de cîhê jinan pir girîng e”

Hunermend Sebahattîn Xoce jî got:

“Di muzîka Kurdî de cîhê jinan pir girîng e. Lê mixabin ji ber ku zêdetir mêr desthilat bûn, dengên gelekan veşartî ma.”

Mamosteyê Muzîkê Îhsan Zanyar jî got:

“Di vê projeye de dema ev dengên berê hatin tomarkirin min jî tekstên wan û gotinên wan nivîsî û piştre jî min gohdar kir û bi hûrguliyên li ser rêbazên muzîka Kurdî min derbasî notasyonê kirin.”

Xebatkara projeyê Şenay Kumuzê jî got:

“Eger ev xebat nehatiba kirin bi taybet jî zarbêj ên jinên Kurd dê ji bo serdemên nû kêm hatibana veguhestin.”

Koordînatora projeyê Zeynep Yaşê ragihand ku ji bilî 32 dengbêjên hatine nivîsîn, ew gihiştine serpêhatîya 130 dengbêjên jin ên din jî ku dê di demen pêş de bi heman şêweyî jiyan û berhemên wan jî tomar bikin û bigihînin civaka Kurd.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst