Pirtûka Mîrnameya Hekarîyan bi Kurmancî hat belavkirin

Amed (Rûdaw) - Pirtûka Mîrnameya Hekariyan a ku ji alîyê nivîskarê Kurd Temirxanê Yazicî ve beriya 389 salan bi Farisî hatibû nivîsandin, niha bo zimanê Kurdî ji aliyê aliyê nivîskar, lêkoler û weşanger Xalid Sadinî ve hate wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Peywend ve hate çapkirin.

Temirxanê Yazicî katibê Mirê Hekkarî Yehya Begê ye. Wî ev pirtûk weke nazîreyekê ji bo Şahnameya Fîrdewsî nivîsîye û xwestiye weke çawa ku Fîrdewsî pesnê Şahên Îranê dide, ew jî pesnê Mîrên Hekkariyê bide.

Di pirtûka Mîrnameya Hekkariyan de bûyerên 60 salên dîrokekê bi hûrgilî û şêweyê helbestkî hatine nivîsandin.

Di mîrnameyê de zêdetirî 55 bûyerên dîrokî têne behskirin. Pirtûk ji alîyê nivîskar, lêkoler û weşanger Xalid Sadinî ve di 6 salan de ji Farisî bo Kurdî hatiye wergerandin û çapkirin.

Mîrname ango bi pênaseya wergêrê pirtûkê Xalid Sadinî Şehnameya Hekarîyan ji zêdetirî 10500  beytan pêk tê.

Nivîskar, lêkoler û weşange Xalid Sadinî dibêje: “Min ev pirtûk berî niha 32-33 salan bihîstî bû, lê mixabin heta 2014an destê me negihîştibû vê kitêbê. Di serê Kanûna 2014an de em çûn me kitêb wergirt. Di nêzîkî 6-7 salan de min wergera wê bo Kurdî kir.”

Mîrname bi şêwaza mesnewîyê bi helbestkî hatiye nivîsîn û behsa  dîroka 60 salan a mîrekên Colemêrgê dike. Nivîskarê kurd Temirxanê Yazicî Mîrnamê weke nazireyek ji şehnameya Firdewsî re nivisiye û xwestiye weke ku Firdewsî pesnê şahên xwe dide ew jî pesnê mîrekên Hekariyê bide.

Xalid Sadinî herwiha got: “Wexta me bi dîrokî û kronolojîk 60 salan zanî, ev tê wê meneyê ku em 60 berî wê jî ronî bikin. Heta belkî 100 salên piştî wî jî ron bibin. Yanî ronahîyek wisa dide.”

Di cîlda ewil a Mîrnameya Hekarîyan de 5800 beytên Farisî  bo Kurdî hatine wergerandin û çapkirin.

Sadinî dibêje: “Niha vvê gave hevalê min Tehsîn Îbrahîm Doskî hewl dide ku wergerîne bo Erebî. Li gel wê em dê di nêzîk de wergerînin Tirkî. Em dê romanên wan mîran ji vê kitêbê derxin. Em dê vê kitêbê bikin bingeh û li ser wê bingehê çîrokan binivîsînin.Yanî em dixwazin fîlm li ser were çêkirin, rêzefîlm werin çêkirin. Ji bo ku li ser van romanan û senaryo bên amadekirin, em niha li ser van karan jî dixebitin.”

Ji bo cîlda duyem a pirtûkê jî wergera 4700 beytên mayî berdewam in û bi xilasiya giştî wergerê jî di nîsana sala pêş de cîlda duyem a Mîrnameya Hekarîyan dê were çapkirin.