Xanima Rengan 65 salî bû şêwekar

Çoman Mehmûd

Silêmanî (Rûdaw) - Di dîmenên li salona mûzexaneyê de, ji pêşangeheke şêwekarî bêhtir dikare çîrokek werin dîtin. Xelk yek bi yek diçin ber tabloyan û bala xwe didin harmoniya tevlîheviya rengan û piştre li jinekê dinêrin. Tevî ku li derve pankartek heye ku dibêje li jor pêşangeheke şêwekarî heye, lê belê di rastiya xwe de jinek li jor rûniştiye ku heta beriya çend salan jî ti têkiliya wê bi firçe û boyaxê re qet çênebibû. Ew jin Hacî Xanim a temen 74 salî ye.  

Ev demeke ku Hacî Xanim li Holendayê dijî. Ew ne ji wan mirovan e ku bêje “pîr e û di vî temenî de şêwekarî eyb e”. Hacî Xanim dixwaze ku ji bo pîriyê çok neke û dibêje: “Ez bi tenê fêrî wênesaziyê bûm.” Hacî Xanim behsa rojekê dike ku pirr bi tenê û lawaz bû. Wê rojê cara yekem pênûsa wênesaziyê dike destê xwe; “Min ji bêhntengiyê wêneyê merşikê çêkir û paşê min wêneyê Meryem a dayika Îsa Pêxember çêkir.” 

Li salona pêşangehê hinek şêwekar û wênekêşên xwedî ezmûn ên Silêmaniyê dihatin dîtin. Îsmaîl Xeyat û çend wênesazên din destxweşî lê kirin. Bi raya Xeyat kar û tabloyên wê weke yên her wênesazên din in û karên mezin in. Bi raya wî rengên tabloyên wê ciwan in.

Wek ku Hacî Xanim bi xwe dibêje, wê di temenê 65 salî de dest avêtiye firçeyê û dest bi wênesaziyê kiriye. Rênas Arif kurê Hacî Xanim e û ligel wê hatibû pêşangehê. Dema Rênas wêneyê merşik û Meryem dibîne jê re dibêje ku ew pirr ciwan in û pesnê wê dide.

Dû re hinek şêwekar û tablokêşên biyanî jê re dibêjin: “Tu dikare di siberojê de bibî tablosazeke baş”. Ew şêwekara ku nû dest bi kar kiribû, wî wextî hino hino hest dike ku ew bi piştgiriya biyaniyan diçe nav cîhaneke nû. Êdî Hacî Xanim serdana pêşangehan dike û bi wî awayî şêwekar û tabloyên wan dibîne.

Di pêşangeha Hacî Xanim de Îsmaîl Xeyat li hinek tabloyên wê temaşe dikir û digot: “Tameke pirr di tevlîhevkirina rengan de dibînim. Giyanekî kurdewarî di tabloyên wê de heye.”

74 sal ne temenekî hindik e, lewra Hacî Xanim nikare pirr baş ligel mêvanên xwe danûstandinê bike û bi dilê xwe pêşwaziya wan bike. Rênas vî karî li şûna dayika xwe dike û mêvanan digihîne heta ber dergehê pêşangehê û wan bi rê dike. Hinek caran jî li ber tabloyan radiweste û bersiva pirsên hinek mêvanan dide.

Rênas dibêje ku dayika wî nimûneya gernasî û bixwebaweriyeke xurt e: “Geşbîniyeke mezin di tabloyên wê de heye. Rengên pirr û têr bi kar tîne. Di warê teknîka şêwekarî de rêbazeke guncaw bikartîne”.  Kurê Hacî Xanim têkiliyan jî ji dayika xwe re girê dide û pêşangehan jê re amade dike: “Diya min nasnavê Xanima Rengan wergirtiye û çendîn xwendekaran nameyên master û lêkolîn li ser amade kirine.”

Li gor danûstandinên ku di navbera kesên li tabloyan temaşe dikirin û paşê diçûn cem Hacî Xanim, tabloyên wê behsa jinan û serbestiya wan di jiyanê de dikin. Lê belê çîroka Hacî Xanim bi qasî tabloyan bala mêvanên pêşangehê dikişîne. Hacî Xanim rengê kesk pirr bi kar tîne, ji ber ji bo wê ew reng tê wateya rengê jiyanê.

Ne tenê tabloyên wê balê dikişînin ser xwe lê herwiha henekên wê jî mêvanên pêşengeha wê dikenandin: “Binêrin çawa min ev reng tevlîhev kirine, ev tablo mîna pîrejinekê ye.”