Hunermenda Kurd: Ji ber stranên Kurdî cih nadin me

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar ragihand, ji ber ku stranên Kurdî dibêjin hola konserê nadin wan.

Pervîn Çakar, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ji ber stranên Kurdî dibêjin cih nadin wan û banga dadmendiyê kir.

Çakar got: “Em dikarin li kîjan holên konserê konseran bidin? Em quncik bi quncik li hola konserê digerin. Ji ber di repertuwara me de berhemên kurdî hene, hûn repertuwara me dixwzin û paşê hûn holê nadin me. Ka dadmendî, ka wijdan, ka rêzgirtin, ka wekhevî? Lewra armanca me tenê ew e ku em hunerê bikin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tevî ku Kurdî bi fermî ne qedexeye, lê di her warê fermî û taybet de rûbirûyê astengiyan tê. Pêştir jî gelek caran konserên hunermendên Kurd hatibûn betalkirin.