Serpêhatiya Kurdistana Sor di fîlmekî de

15-05-2015
RÛDAW
Kurdistana Sor
Kurdistana Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Fîlma Kurdistana Sor, ku behsa serpêhatiya Kurdistana sor ji destpêkê heta niha dike dê bi rêya Rûdawê were weşandin.

Derhêner, nivîskar û kesê ku di fîlm de dixwine, Salih Kevirbirî ji Rûdawê re ragihand: “Fîlm 48 deqe ye. Behsa serpêhatiya Kurdistana sor ji destpêkê heta niha dike.”

Salih Kevirbirî wiha got: “Fîlma Kurdistana Sor sala 2014 temam bû. Cara yekem îşev tê belavkirin. Fîlm li 7-8 welatan hatiye kişandin. Ermenistan, Kazaxistan, Kirgizistan, Rûsya, Îtalya û Swêdê hatiye kişandin.”

Derhênerê fîlim wiha domand: “Gellek kesên ku beriya hilweşandina sovyetê û piştî wê di nava xebatên kurdistana sor de bûn, di film de diaxivin.”

Li gorî Kevirbirî, fîlm behsa van serdemên Kurdistana Sor dike. Serdema yekê ya Kurdistana sor ku di navbera 1923-1930yî de hatiye jiyandin. Serdema duyem ew e ku piştî salên 30yî heta mirina Stalîn (1953) ku her tişt hatiye qedexekirin. Serdema 3 jî, jinûve ragihandina Kurdistana Sor (laçînê).

kesên di fîlm de li ser Kurdistana Sor diaxivin û behsa wan derdeman dikin ev in: “Wekîl Mustafayev, Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Remezanê Seyîd, Hejarê Şamîl, Kamîz Şeddadî, Emerîkê Serdar, Mirazê Cemal, Yûra Nabiyev, Têmûrê Xelîl, Mirazê Cemal û çend kesên din.”

Fîlm dê bi rêya Rûdawê 3 caran were weşandin: Îşev 23.30, şemî 17.30, yekşem 14.05 bi dema Hewlêr û Stenbolê.




Salih Kevirbirî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst