Ciwan Haco dîmenên "Konsera Hewlêrê" belav kir

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Konsera Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê bi navûdeng Ciwan Haco dîmenên konsera xwe ya Hewlêrê belav kir.

Hunermendê bi navûdeng ê ji Rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê YouTubeê dîmenên konsera xwe ya ku li Hewlêrê bi çend hunermendan re encam dabû belav kir.

Gulan Mall a Hewlêrê di 19-20ê Adara 2023an de di çarçoveya Festîvala Newrozê ya Gulanê de bi beşdariya hunermendên Kurd rêzekonserek encam dabû.

Ciwan Haco her wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî ragihand, "Konsera Hewlêrê ya 2023yan meha Adarê di YouTubeê de bi we re ye!"

Di konsera 19ê Adara 2023an de hunermendên wek Ciwan Haco, Delîl Dîlanar, Rojîn, Mahîr Hemedemîn û Semîra Karzan ji bo hezkiriyên xwe stranên xwe gotin.

Festîvala Newrozê ya Gulanê bi beşdariya bi hezaran kesan di nav coşeke mezin de bi dawî hatibû ku Delîl Delînar di dawiya konserê de bangewaziyek kiribû festîval her sal di heman demê de were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst