Nivîskar Heysem Hisên pirtûkeke nû belav kir

15-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nivîskar Heysem Hisên pirtûkeke nû belav kir
Nivîskar Heysem Hisên pirtûkeke nû belav kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û romanivîsê Kurd Heysem Hisên, ku ji xelkê bajarokê Amûdê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye, pirtûkeke nû belav kir. Heysem Hisên di pirtûka xwe ya nû de, ku bi sernavê “Regezperist di biyaniya xwe de”, têde nerînên xwe derbarê gelek mijarên din nîşan dide.

"REGEZPERIST DI BIYANIYA XWE DE", navê pitrûkeke nû ya nivîskarê Kurd, Heysem Hisên e.

Heysem Hisên di vê pirtûka xwe de, ji weşanên weşanxaneya Ramîna, serpêhatiyên jînenîgariya xwe vedibêje.

Bi dirêjiya 18 beşan, Heysem Hisên behsa regezperistî, biyanîbûn, nasname, ziman, têkelbûna ligel civakên din û milmilaniyan dike, ku di pêvajoya jiyana wî de, derbas bûne.

Di vê pirtûkê de, bi wêrayî û bêlayenî, nivîskar bi şêwazekî romanî û fîlosofî, behsa regezperistiyê, û behsa êş û azarên ku ji regezperistiyê dirust bûne dike.  

Ji bajarokê xwe yê biçûk, Amûdê destpê dike, heta wêstgeha ku gihiştiyê, li Londona paytexta Brîtanya.

Heysem Hisên, nivîskar û romanivîsekî Kurd, sala 1978an li bajarokê Amûdê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.

Di van çend salên dawiyê de, koçberî Brîtanya bû û li wê derê dijî û di nivîsê de berdewam e.

Bêhtir ji 12 pirtûkên wî hene, di warên roman, rexneya wêjeyî û wergerê de.

Berhemên Heysem Hisên, hatine wergerandin bo zimanên Erebî, Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Çekî û çend zimanên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst