Dengbêj Mihemedê Nenyasî hêj di bin kavilan de ye û çarenivîsa wî nayê zanîn

15-02-2023
Abdulselam Akinci
Dengbêj Mihemedê Nenyasi hêj di bin kavilan de ye û çarenivîsa wî nayê zanîn
Dengbêj Mihemedê Nenyasi hêj di bin kavilan de ye û çarenivîsa wî nayê zanîn
Nîşan Erdheja Mereşê Dengbêj Mihemedê Nenyasi Erdhej Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li navçeya Yenîşehîr a Amedê cenazeyên hevjîn û 3 zarokên dengbêjê Kurd Mihemedê Nenyasi (Mehmet Tanrıverdi) ku di erdheja 6ê Sibatê de ketibûn bin kavilên avahiyekê, 13ê Sibatê hatin dîtin. Lê dengbêj Nenyasî bixwe, piştî 10 rojan hêj di bin xirbeyan de maye û tiştek li ser çarenivîsa wî nayê zanîn.

Dengbêjê Mihemed ji gundê Nenyasê (75 salî) yê Amedê ye, ew çar meh berê erdhejê, ji mala xwe barkirîye û çûye li qata şeşan a Galeriyay bicih bûye. Di erdheja ewil a serê sibehê de ew avahî rûxyaye û dengbêjê Mihemedê Nenyasî ligel hevjîna xwe Servet, keçên wan Nermîn û Ayfer û kurê wan Yunus Tanriverdî di bin kavilan de man.

13ê Sibatê termên bê can ên hevjîn û 3 zarokên Dengbêj Mehmet Tanriverdî hatin dîtin û ji bin xirbeyan hatin derxistin, lê hêj di bin xirbeyan de maye û tiştek li ser çarenivîsa wî nayê zanîn.

Birayê wî dengbêj Hecî Cemal û kesûkarên wî li ber kavil agirek hilkirine û ji bêdengîya kavil çeverêyî dengê wî ne.

Dengbêj Hecî Cemal dibêje “Kirêcî bû, xwedïyê xanîyê wî got ez dê derbasî xaniyê xwe bibim vala kir mecbûr hat vir. Çar, pênc meh bû hatibû vir. Min kir nekir telefona wî derneket, min telefona zavayê wî kir, min got lawo telefona mala xezûrê te dernakeve here mêze bike. Çû mêze kir. Piştî nîv saetan got bînaya wan rûxiyaye. Ji wê gavê ve hêviya me xwedê ye, wekî din tiştek me nemaye. Ev çend rojin em li vir in. Êdî mumkûn nîne, hema me cenazeyên wan dîtiba bes bû.”

Dengbêjê hevalê wî dengbêj Mihemedê Tepê jî bi dengek ji kezebê jê re dilorîne û dibêje: “Felek mala te xirabe, felek ne bavê kesî ye. Felek pişta xwe dide mirov, qol û milên xwe bi hev re ba dike. Me gelek derdê dinyayê dît. Pir jî ez biber feqîriya wî dikevim. Yanî emrê wî 70-80 sal in li dinyayê, ji hêla îdara dinyayê tu firehîkî nedît.”

Li Amedê ji şeş kavilên erdhejê kar û barên lêgerînê li sêyan bidawî bûne hejmara qurbanîyan li Amedê ji 350 kesan borîye.

Kavil biçûk dibin, lê hêvî mezin in, ev banga hevaheng a li kavilan tên kirin û tarîtiya şevê diqelişîne carek din bê bersiv ma, lê tîmên hewarçûnê heta çenkek ax bimîne dê berdewam bin, hêvî ew e ku ji kavilên Galerîayê jî dengê dengbêj Mihemedê Nenyasî olan bide ew were rizgarkirin dîsa li mala dengbêjan li dîwanê rûnê û kilaman bibêje.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst