Li Mehabadê festîvala xwarinên kurdî hat lidarxistin (wêne)

Mehabad (Rûdaw) – Li bajarê Mehabdê, festîvala xwarinên kurdî û herêmî hat lidarxistin. Di festîvalê de 110 cure xwarin hatin nîşandan.

Li gorî malpera Haje.ir, ku nûçeyên devera Mukriyanê ya Rojhilatê Kurdistanê belav dike, çend roj berê li Mehabadê nehemîn festîvala xwarinên kurdî hat lidarxistin.

Li gorî malperê, di wê festîvalê de ku ji aliyê Şaredarî û Encumena Bajêr a Mehabadê ve hatibû organîzekirin, 110 cure xwarin hatin nîşandan û di dawiyê de jî xwarina herî baş hat xelatkirin.

Piştî ku festîval xilas bû, koma hunerî ya Sablaxê, govend û dîlana kurdî pêşkêş kir.