Li Cindirêsa Efrînê xwendekarên zimanê kurdî bawername wergirtin

15-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Efrîn (Rûdaw/ANHA) - Saziya Zimanê Kurdî Şaxê navçeya Cindirêsê ya Efrînê 26 bawernameyên zimanê Kurdî li ser xwendekarên asta yekemîn ên ku 3 mehan perwerdeya kurdî dîtibûn, bi merasîmekê belavkir.


Merasîmê bi dawîkirina dewreya perwerdê ya ku ji 26 xwendekaran pêk tê bi rêzgirtinê hat dest pê kirin.

Piştre Endamê Saziya Zimanê Kurdî ya navçeya Cindirêsê li ser girîngiya fêrkirina zimanê Kurdî axivî û destnîşan kir ku zimanê kurdî bi dehên salan li ser gelê kurd hatiye qedexekirin û banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir.

Merasîm bi belavkirina bawernameyên zimanê kurdî li 26 xwendekaran, bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst