Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Yûsivê Berazî di hemû helbest û berhemên xwe de doza azadiya Kurdistanê dikir. Lewma jî wî di şiîrê de navê xwe kiribû Bêbuhar, çimkî digot heya Kurdistan serbest nebe û ji bin nîrê dijmin û neyaran dernekeve, dê tu carî buhar lê şîn nebe, gul û çîçek lê venebin.
Bêbuhar her û her li ser mijarên wek rizgarî, hişyarkirina gel û yekrêziya Kurdan disekinî. Hemû berhemên xwe jî wek dîwanên: Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn û Pêşketin, wek ji navên wan jî diyar dibe, terxanî pêşveçûn û serbestiya mirov Kurd û Kurdistanê kir.
Jana can û dilê wî ya herdemî jî, Kurdistan bû. Bêbuhar hergav digot: “Kurdistanê li ber dilê min şîrîn î pir delal î”. Wî welatê xwe dişiband dayikeke dilovan, lê nexweş û mişt êş û derd û kul. Dayikeke ku hertim dinaliya û diqîriya û birînên kûr di wijdana Bêbuhar de li şûn xwe dihîşt.
Lewma kela dilê Bêbuharê rûmetdar û xwedî namûs û mêranî radibû, û wî soz dida gel û welatê xwe ku ew dê vê dayikê derman bike û digot: “Ezê êşa te derman kim ji bo êdî bes binalî.”
Bêbuhar di helbesteke xwe de jî bi navê (Kurdistanê) vê baweriya xwe wisa tîne ser ziman û dibêje:
Lawê te me te bernadim
Di vî derdî û vî halî
Li ser axa te ezê bimirim
Tu caran xwe nadim alî
Bila ez tî û birçî bim
Ji bêkarî û bêmalî
Ji hilma te ezê têr bim
Ku jîn bimînim sedsalî
Ji Zemzem ava te xweştir
Ji her kanî tu ne xalî
Bi Ewropa te tev nadim
Bi dinyayê û çar alî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse