Di wêjeya Kurdî de xwendin wekî rizgariya neteweyî hatiye zanîn
Hewlêr (Rûdaw) - Xwendin diyardeyeke cîhanî ye. Gelên cîhana berfireh ji mêj ve qîmet û nirxê xwendin û zanist û pirtûkê nas kirine. Nivîskar û ronakbîrên cîhanê di nivîs û berhemên xwe de ev rastî teqez kirine û bi gotinên nemir anîne ziman.
Çîroknivîs û helbestvanê arjentînî yê navdar Jorge Luis Borges ku rola wî di warê edebiyata felsefî û fantazî de hebû, dibêje: "Min hertim wiha sawêr kiriye ku wê biheşt corek ji pirtûkxaneyê be."
Herwiha nivîskar û zanayê Afrîkî-Amerîkî Frederick Douglass ku di sedsala nozdehan de jiya, serbestî û azadiyê bi zanînû xwendinê ve girê dide û wiha dibêje: "Hema ku carekê tu fêrî xwendinê bûyî, tu yê hetahetayê azad bî."
Bi taybetî ji bo miletê Kurd ku hîn azadî û serxwebûna xwe pêk neaniye, xwendin dibe yek ji çekên herî bihêz li dijî bindestî û kolonyalîzmê. Kultûra xwendinê hêj cihê xwe bi xurtî di mejî û dilê Kurdan de negirtiye, lê bêyî xwendin û zanînê zehmet e Kurd ji bin destê neyar û dijminên xwe derkevin.
Seydayê Cegerxwîn vê rastiyê di helbesteke xwe de piştrast dike û xwendinê dike bingeha rizgarbûn û derketina ji bin nîrê dijminan û dibêje: “Xwendin nebî kes naçe pêş. Peyda dibin pir derd û êş. Her dem dibin destê neyar. Em dê dibin xûkî û bêş. Ev tac û şewket xwendin e. Ev dîn û dewlet xwendin e. Ev serbilindî xwendin e. Ev dewlemendî xwendin e."
Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso (Nûjen) jî, serxwebûn û azadiya Kurdistanê di rêya xwendinê de dibîne û wiha dibêje: “Emê tevde bixwînin welatê min. Kurdistanê bistînin welatê min. Çavê dijmin derînin welatê min. Heyfa Kurda hilînin welatê min, welatê min."
Nivîskar û gotarvan Vejîna Kurd jî di nivîseke xwe de diyar dike ku xwendina bi zimanê kurdî kaniya zanînê ya yekem e û gilî û gazinên xwe wiha vedibêje: "Pir cihê mixabiniyê ye ku hejmareke mezin ji keç û xortên me dev ji xwendinê berdane û ji çand û rewşenbîriyê dûr in. Gelo çima nifşê nû giringiyê nade xwendinê û roj bi roj rêjeya xwendevanên pirtûkan di civaka me de kêmtir dibe! Xwendin kaniya zanînê ya yekem e û divê her mirovek ji ava wê ya zelal vexwe."