Festîvala Fîlman a Dihokê: ‘Rojbaş’ û ‘30 Sal û Şevek’ hatin nîşandan

Dihok (Rûdaw) – Fîlmên hunermendên ji Bakurê Kurdistanê yên bi navê “Rojbaş” û “30 Sal û Şevek” rastî eleqeyeke mezin hatin.

10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê bi nîşandana fîlm, belgefîlm û lidarxistina panelan berdewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de, 11 fîlmên ji Bakurê Kurdistanê jî pêşbaziyê dikin.

Yek ji wan fîlma derhênerê Kurd Ozkan Kuçuk a bi navê “Rojbaş” e.

Ew fîlm, behsa çîroka komeke şanogeran dike.

“Em nikarin bi rehetî pere wergirin”

Ozkan Kuçuk diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şanoya Kurdî tê qedexekirin û got:

“Ya herî sereke ji bo çêkirina fîlmekê em nikarin bi rehetî pere wergirin.

Ev pirsgirêkên me yên salên dawî ne. Di fîlma xwe de me behsa van pirsgirêkan kirin.”

Lîstikvanê fîlma Rojbaşê, Kemal Ulusoy jî got:

“Koma me ya şanoyê ya beriya 25 salan careke din bi formateke cuda kom dibe.

Berhema ku derketiye holê hema bêje wekî belgefîlmekê ye.”

Fîlma din a ji Bakurê Kurdistanê ya derhêner Xelîl Ezîz a bi navê “30 Sal û Şevek” e.

Ew fîlm behsa serpêhatiya dayikeke ku li pey kurê xwe yê winda diçe û nabîne dike.

“Xwe diavêje wê bîrê”

Derhêner Xelîl Ezîz têkildarî naveroka fîlma xwe got:

“Dayik diçe gundê xwe yê ku beriya 30 salan hatiye valakirin. Li wir li kurê xwe digere lê nabîne.

Paşê dayik, di xewna xwe de dibîne ku kurê wê di binê bîrekê de ye. Dayik kurê xwe di binê bîrê de jî nabîne û herî dawî xwe diavêje wê bîrê.”

Ji bilî fîlmên ji Bakurê Kurdistanê, 16 fîlmên ji Rojhilatê Kurdistanê, 5 ên Kurdên derveyî welêt û 18 fîlmên ji Başûrê Kurdistanê têne nîşandan.

10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê ya ku 10ê Kanûna Pêşînê dest pê kir û dê 16ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.