Hewlêr (Rûdaw) - Belgefilma derhênerê Kurd Nihat Gultekîn a bi navê "Tahir Nas: Metê Av Xwîn Tê" di 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê de hat nîşandan.
10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê bi nîşandana fîlm, belgefîlm û lidarxistina panelan berdewam dike.
Di çarçoveya festîvalaê de belgefilma derhênerê Kurd Nihat Gultekîn a bi navê "Tahir Nas: Metê Av Xwîn Tê" jî hat pêşandan.
Di vê belgefilmê de, şahidên bûyerê behsa komkujiya Geliyê Zîlanê dikin.
Geliyê Zîlan dikeve bakurê deşta Erdîşê ya bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê.
Di Tîrmeha sala 1930î de, dema ku hîn şerê Îhsan Nûrî Paşa û hevalên wî li Çiyayê Agirî berdewam bû, leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi ser gundên Zîlanê de girt û wan komkujiyeke nedîtî pêk anî.
Çemê Geliyê Zîlanê ji xwîna xelkê sor diherikî
Rojnameyên Tirkiyeyê yên wê demê dibêjin ku 15 hezar kes hatine kuştin lê xelkê deverê dibêje hejmar zêdetirî 47 hezar kesan e û Çemê Zîlanê ji ber xwîna xelkê sor diherikî.
Ji eşîrên Ademan, Sipkî, Zîlan û Hesenan ji 180 gundî, 47,000 jin, zarok, kal û pîr hatine komkirin.
Birîndar bi singoyan dihatin temamkirin
Leşkeran ew birine li Çemê Zîlan û Newala Dêrê dane ber tiving û mîtralyozan û bi ser hev kuştine.
Kesên birîndar jî bi singoyan temam kirine.
Derhênerê belgefilma “Tahir Nas: Metê Av Xwîn Tê” Nihat Gultekîn ji Rûdawê behsa wê komkujiyê û berhemên xwe kir:
“Dewletê sala 1930î li herêma Geliyê Zîlanê komkujiyeke gelekî mezin pêk anî.
Dema em biçûk bûn malbatên me, her tim behsa şerê Gilîdax û Komkujiya Zîlanê dikir.
15 sal berê ez çûm herêma Geliyê Zîlanê û min li Agiriyê bi şahidên bûyerê re hêdî hêdî dest bi hevpeyvînan kir. Yek ji wan şahidan Tahir Nas e.
Min dît ku tiştên rû daye tên jibîrkirin. Min nexwest bên jibîrkirin û dest bi nivîsandina wan kir.
Min nivisên xwe kirin pirtûk. Min heta niha sê pirtûk derbarê komkujiyê belav kirine.”
“Gelek tişt hene bên nivîsandin û bibin belgefîlm”
Nihat Gultekîn da zanîn ku wî berê belgefîlma xwe "Tahir Nas: Metê Av Xwîn Tê" belgefîlma “Esmana Sor” çêkiriye wiha domand:
“Min belgefîlma du pirtûkên xwe qedandin. Niha ya ‘Dîwarê Me jî Hilweşandin’ maye ez dê wê jî bikim belgefilm.
Lê di destê min de gelek arşîv hene û min bi gelek kesan re hevpeyvîn kirine. Her Kurd wekî belgeyan e.
Dema kesek ji bo lêkolînan bi armanca nivîsandina pirtûkekê diçe herêma Geliyê Zîlanê êdi dikeve nav û nikare xwe jê xilas bike.Gelek tişt hene ku bên nivîsandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse